
Gumanbarê tundî li zaroka du salî kir hat girtin
- 18:57 1 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Denîzliyê gumanbar S.D yê tundî li bebeka du salî kir hat girtin.
Li navçeya Saraykoy a Denîzliyê zaroka du salî ku birin nexweşxaneyê hat tespîtkirin ku hatiye derbkirin. Dayik S.B.D di îfadeya ku da de da zanîn ku S.D yê ku pê re dijî, alkolê bikar tîne û tundiyê hem li wê hem li zaroka wê ya 2 salî dike. Gumanbar S.D ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê.