1’ê Gulanê li Silêmaniyê hat pîrozkirin

  • 21:46 1 Gulan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê 1’ê Gulanê Roja Kerkaran a Cîhanê bi meşekê hate pîrozkirin.
 
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kerkeran a Cîhanê bi pêşengiya Komîteya 1’ê Gulanê bi dirûşma ‘Nan, Kar, Aramî’ meşeke girseyî lidar xist. Meşê li Saholeke destpê kir heta  ber Parqa Baxê Giştî dewam kir.
 
Li vir li ser navê Komîteya 1’ê Gulanê daxuyanî ji aliyê Elî Mewlûd ve hate xwendin. Elî Mewlûd anî ziman ku 1’ê Gulanê roja hevxemî û sembola têkoşîna li dijî stemkarî û zilmê ya sermayedariyê ye û got: “Ev roj sembola têkoşîna ji bo bidestanîna jiyaneke baştire.”
 
Elî Mewlûd destnîşan kir ku di roja îro de tevlî ku 1’ê Gulanê roja têkoşîna dijî zilmê ye, nakokiyên siyasî yên sermayedarî di nava hevrikyek, şer û bazirganî li ser hemû jiyana giştî dike û metirsiyê çêdikin.Elî Mewlûd destnîşan kir ku Îran û Tirkiye weke du welat tim di nava hewldanan de ne wek împaratoriyekê li herêmê dijî mirovayetî û azadiyê ne.
 
Endama Saziya Serbixwe ya Jinan Sozan Hesen jî diyar kir ku 1’ê Gulanê rojeke pir girînge ji bo karkeran û got: “Bi taybet ji bo me jinan pir girînge, ji ber ku jin pir zorî zehmetî ji aliyê sîstema sermayedariyê dikişîne. Jinên Kurdistanê di rewşeke pir xedar de dijîn. Dîsa zexteke derûnî û mûçeyek neyeksan ji bo wan tê dayîn.  Divê karker bê ferq û cudahî hev bigirin û dest bidin destê hev.”