Danişina doza Narîn Guran dest pê kir

  • 10:14 2 Gulan 2025
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna doza ku xizmên Narîn Guran jê tên darizandin dest pê kir.
 
3'êyemîn danişîna doza duyemîn a der barê qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxa 2024'an de hat li gundê Çûlî yê Rezana Amedê hat wîndakirin û cenazeyê wê 19 roj piştî wîndabûna wê hat dîtin, li 17'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê dest pê kir. Dema ku bersûc, parêzerên wan û xizmên kiryaran beşdar bûn, destûr nehat dayîn ku rojnameger danişînê bişopînin.
 
Domama Narîn Gûran Bîrsen, apê wê Fuat, xaltiya wê Maşallah Gûran, hevjînê meta  wê Mehmet Şevket Kaya, pismamê wê Muhammed Kaya û xebatkarê Salim Gûran Mehmet Selîm Atasoy ku girtî tên darizandin, xizmên  Narîn Guran Şeyma Kaya, Hehîm Kaya,  Halîş ên ji derve de tên darizandin tevli danişînê bûn. 
 
Ceza tê xwestin
 
Piştî danişînê dozger der barê kiryaran de li ser esasê dozê mutalaya xwe temam kir. Li gorî wê dozger ji bo 15 sûcdaran ku 6 jê girtî û 3 jê zarok in, ji 6 meh heta 5 salan cezayê girtîgehê xwest.
 
Danişîn dê bi parastinan bidome.