
Di meha Nîsanê de 4 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan
- 15:28 8 Gulan 2025
- Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎSÎG’ê ragihand ku ji 152 karkerên di meha Nîsanê de mirine 8 jê zarok, 4 jê jin û 7 jî penaber in.
Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Kar (ÎSÎG), rapora cînayetên kar a Nîsana 2025’an weşand.
Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG'ê, di çar mehên ewil ên sala 2025'an de herî kêm 611 karkeran jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG’ê ragihand ku ji 152 karkerên di meha Nîsanê de mirine 8 jê zarok, 4 jê jin û 7 jî penaber in.
ÎSÎG’ê da zanîn ku herî zêde mirin di sektorên înşaet, çandinî, veguheztin û metalê de pêk hatine. Di raporê de hat diyarkirin ku bi taybetî karkerên neqeydkirî, karkerên daristanan û ajokarên rêyên dirêj di bin xetereyê de ne.
ÎSÎG’ê, da xuyakirin ku di nava 12 salên dawî de herî kêm 764 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG'ê banga tedbîrên lezgîn kir.