'Divê pêvajo ji aliyê Meclîsê ve bê meşandin'

  • 09:04 15 Nîsan 2025
  • Ramyarî
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Seroka EMEP'ê ya Îzmîrê Elîf Çuhadar axivî û diyar kir ku banga erênî ye û bi tevlîbûna çîna karkeran a pêvajoyê wê têkoşîn geş bibe. Elîf Çuhadar jî destnîşan kir ku divê ev pêvajo li Meclîsê bê meşandin.
 
Di dema ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate kirin, ji aliyê gelek aliyên civakê ve hate pêşwazîkirin, daxuyaniyên piştgiriyê yên ji bo bangawaziyê berdewam dikin. Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtinên xwe yên li gel partiyên siyasî, girtiyên siyasî yên li girtîgehê û Başûrê Kurdistanê yên têkildarî pêvajoyê, 10’ê Nîsanê roja pêncşemê bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir.
 
Ligel geşedanên têkildarî pêvajoyê, daxuyaniyên piştgiriyê yên ji bo bangawaziyê jî dewam dikin. Yek ji van jî Partiya Karkeran (EMEP) e. 
 
Seroka EMEP'ê ya Îzmîrê Elîf Çuhadar derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
'Hawirdoreke ne zelal heye'
 
Elîf Çuhadar diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sembola bidawîkirina şerê ev 50 sal in didome û ji bo karker û kedkarên Kurd û Tirk jî ev bang tê wateya zêdekirina nan di hawîrdora aştiyê de û got: "Di vî warî de girîngiyeke mezin heye. Parastin û bidestxistina daxwazên demokratîk di serdema nû de zemîneke nû diafirîne. Di vê çarçoveyê de girîngiya têkoşîna hevpar, yekbûyî ya hemû kedkar û kedkaran zêde dibe. Ev bangawazî ji bo partiya me erênî ye. Lê belê rewşek bi vî rengî jî heye; ji aliyê hikûmetê ve her tim hawîrdoreke bendewarî û nediyariyê tê afirandin ku desthilatdariyê her tim zindî dihêle."
 
'Polîtîkayên zextê didomin'
 
Elîf Cuhadar, wiha bal kişand ser şert û mercên îro: "Li gorî van şert û mercan, zilma ku ji aliyê hikûmeta yek kesî ve tê kirin; Beriya her tiştî qeyûmên tayînî şaredariyên DEM Partiyê kir, xebatên HDK’ê binçav kir û girt, piştre êrşên li ser mutabaqata bajaran kir û dûre qeyûm tayînî şaredariyên CHP’ê jî kir. Dema mirov li van hemûyan binêre, ev jî tê wê wateyê ku hikûmet dê van polîtîkayên zext û gefan zêde bike. Girîng e ku çek bên bêdengkirin; Lê belê ji ber ku hikûmet di vê pêvajoyê de bi afirandina hêviyên nediyar van polîtîkayên zextê didomîne, pêwîstî bi pirsên karker, kedkar û hêzên gel heye. Em çawa dikarin vê pêvajoyê mayînde bikin, bêyî ku tu tiştekî ji hikûmetê hêvî bikin? Em çawa dikarin di têkoşîna demokrasî û aştiyê de bi hêz bibin û bi yekirina daxwazên gel re vê bikin parçeyek ji têkoşînê. Li vir jî partiyên siyasî di warê muxatabên xwe de xwedî erkên girîng in."
 
'Divê têkoşîn mezin bibe'
 
Elîf Çuhadar anî ziman ku ger têkoşîna aştî û demokrasiyê bi gel re were meşandin dê aştî mayînde bibe û anî ziman ku ji bo avakirina civakek demokratîk têkoşîn bi hev re girîng e. Elîf Çuhadar ku behsa êrîşên di pêvajoya dawî de jî kir û got, "299 ciwanên me di bin çavan de ne. Li Îzmîrê 400 ciwan hatin binçavkirin, 19 ji wan niha girtî ne. Hêzên ked û demokrasiyê bi têkoşîna baroyê û 700 parêzerên dildar rastî îmtîhaneke girîng hatin. Ji ber vê yekê ciwan li dijî vê têkoşîna xwe ya bêpêşeroj, boykotkirinê, li dijî siberoja xwe bêbandor dikin, boykot dikin. Di vê pêvajoyê de bidestxistina daxwazên mafên xwe yên demokratîk bi hêzên gel re, têkoşîna çîna karkeran, bi berdewamî û berfirehkirina vê têkoşînê re rasterast bi bandor e Ji mêj ve em dizanin ku tiştek ji wan nayê, ev daxwaz rasterast ji jor ve nayên, tenê bi têkoşînê wê bi ser bikevin.”
 
‘Divê perlamentoyê de bê nîqaşkirin' 
 
Elîf Çuhadar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Parlementerên ku li aliyê ked û gel in jî hene. Ji bo wan girîng e ku destwerdana vê pêvajoyê bikin, li Meclîsê bi hemû şefafiyet vê pêvajoyê nîqaş bikin û ji wir pêş bikevin. Avahiyeke ku parlamenterên gel bi hemû şefafî pêvajoya li Meclîsê nîqaş bikin û vê pêvajoyê ji raya giştî re rave bikin li gorî nêrînên xwe, li gorî nêrîna xwe wê zêdetir li pişt pêvajoyê bê kirin, ne wekî pêvajoyek girtî, li pişt wê bifikire. Ji bo ku parlamento di vê pêvajoyê de bizane, arasteyekê bide û nirxandinên xwe bi raya giştî re bike yek."