
Jin pêvajoyê vedibêjin: Yekane derdê me aştî ye
- 09:02 7 Tebax 2025
- Rojane
AGIRÎ - Jinên di hevdîtina gel a li Avkevirê pêk hat de axivîn wiha gotin: “Bila aştiye ku şer, pevçûn û çek tuneye hebe. Bila zimanê me serbest be.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dî 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir. Li ser bangê PKK’ê di 1’ê Adarê de daxuyanî da û agirbest îlan kir. Piştre di 5-7’ê Gulanê de kongre pêk anî û biryara feshê da. Di 9’ê Tîrmehê de peyama bi vîdeo ya Abdullah Ocalan hat parvekirin û 26 sal şûnde yekemîn vîdeo hat parvekirin. Piştî vê du roj şûnde li herêma Şikefta Casenê ya bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya hevseroka Konseya KCK’ê Besê Hozat, ‘Koma aştî û civaka demokratîk’ ya ji 30 gerîlayî pêk dihat çek şewitandin û îmha kirin. Li ser vê xebatên avakirina civaka demokratîk û aştiyê jî hatin destpêkirin û didomin.
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çarçoveya ‘hevdîtinên civaka demokratîk’ de civînên gel pêk tîne. Bi hefteyane ev hevdîtin bajar bi bajar tax bi tax didomin.
Li navçeya Avkevir a Agiriyê jinên tevli civîna gel bûn der barê pêvajoyê de axivîn.
‘Bila aştiyeke bê şer, pevçûn û çek hebe’
Fatma Arslan da zanîn ku şerekî ku 47 sal e didome heye û herî zêde jin bi bandor dibin, tevî vê dîsa jî di aştiyê de israr dikin. Fatma Arslan wiha anî ziman: “Dayik çav li riya zarokên xwe ne. Herî zêde ew vê aştiyê dixwazin. Ez wek jinek Kurd dixwazim em hemû xwedî mafên wekhev bin. Em dixwazin wek jinên din bin. Di pêvajoya aştiyê de herî zêde em azadiyê dixwazin. Divê şer, pevçûn û çek tunebin. Divê jin xwe li meclîsê îfade bikin. Ji bo min azadiya jinê pir girînge. Gavên hatine avêtin baş in. Hêviya me ev e ku aştî pêk bê.”
‘Divê zimanê me serbest be’
Hulya Arslan jî daxwazên jinan anîn ziman û wiha bi lêv kir: “Bila dayik negirîn. Em hemû wekhevin.Bila zimanê me serbest be. Em dixwazin li doktoran bi zimanê xwe biaxivin. Dayikên me tirkî nizanin. Nikarin rewşa tenduristiya xwe bêjin. Nikarin derdê xwe bêjin. Em ji bo jinan azadiyê dixwazin. Em ji dewletên gavên xweş dipên. Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin.”
‘Jin azadiyê dixwazin’
Kezban Budak destnîşan kir ku bila mafên jinan bê nasînkirin û wiha pê de çû: “Em jin azadiyê dixwazin. Bila pêvajo bi xêr encam bibe. Bila êdî dayik negirîn. Gelek can çûn. Bedelên mezin hatin dayîn. Em dixwazin ku aştî û wekhevî pêk bê. Em dixwazin bibin yek. Jin sembola aştiyê ne.Divê jin her tim ligel hev bin û ji hev re pêvajoyê vebêjin. Divê em xwe bigihînin hemû jinan. Bila tenê derdê me aştî be. Bila canê kesî neşewite.”