
Ji bazaran bertek: Kesê got ez ekonomîst im, aborî wêran kir
- 09:04 10 Îlon 2025
- Rojane
AMED - Jinên ku li bazarê danûstandinê dikin bazarê diyar kirin ku krîza aborî rê li ber pirsgirêkê civakî vedike û gotin kesê got ez ekonomîstim aborî wêran kiriye.
Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe giran dibe û hêza girtinê ya gel her diçe dikeve. Li gorî daneyên meha tebaxê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURKÎŞ) lêçûna xurekê ya malbatek 4 nifûsî 27 hezar û 111 TL ye. Sînorê xizaniyê wek 88 hezar û 310 TL dertê pêşberî me. Di encamê de hêza girtinê ya gel roj bi roj tune dibe.
Jinên çûn bajara taxê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê der barê mijarê de xivîn. Jinan diyar kirin ku krîza aborî di serî de têkiliyê malbatê yên civakê bi awayekî neyînî bandor dike.
Bihabûn pêşî li xwebûnek baş digire
Gulsever Mavîgoz da zanîn ku bihayên sebze û fêkiyan gelek zêde ye û wiha anî ziman: “Hêza girtinê ya gel ketiye. Ji bo mirov bijîn divê mirov bixwin. Lê em nikarin fêkî bigirin. Bi 250 TL tûfrengê difroşin. Fêkiyên din jî wisane. Mirov nikarin tiştekî bigirin. Ji ber vê nikarin vîtamînan jî bigirin. Hewcedariya zarokan bi vîtamînan heye. Jinên ducanî hewce bi vîtamînan dibînin. Lê hêza girtinê tuneye. Em dinêrin lê nagirin.”
‘Aborî wêran kirine’
Gulsever Mavîgoz di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Her sal ji bre krîzê em nikarin ji bo zivistanê tiştekî amade bikin. Hevjînê min teqawîte. Mûçe têr nake. Em hewl didin dan û standina heftane bikin lê em nikarin bikin. Ev gel wê çi bike. Yên em anîn vê rewşê bila qehr bin. Kesê got ez ekonomîstim aborî wêran kir. He rtişt bihaye. Niha dibistan vbûn. Ev mirov dizê zarokan wê çawa têr bikin, wê lêçûna dibistanê çawa çareser bikin? Piranî jin di tekstîlan de bi mûçeyê asgarî dixebitin. Mirov êdî întîxar dikin. Aborî bandorek neyînî li jiyana mirovan dikin. Moral motîvasyon enerjî nemaye. Pirsgirêk mezin bûne. Ciwan nayên tayînkirin.”
‘Ji ber bihayan em nikarin tiştekî bigirin’
Fatma Guler jî destnîşan kir ku debara xwe bi zor dikin û ev tişt anî ziman: “Gelek kesên nikarin debarê bikin hene. Her tişt bihaye. Em nikarin tiştekî bigirin. Du zarokên min hene. Ez dikarim debarê bikim lê yên nikarin wê çi bikin. Zarokên me hişbirê difroşin, diziyê dikin. Çima? Ji ber pere tuneye. Dewlet divê ji ciwanan re derfetên kar peyda bike. Divê alîkariya wan bikin.”
‘Aborî gelek xerabe’
Mensure Emel jî anî ziman ku ji bo dan û stanê hatiye bazarê û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Aborî ji dewlemendan re baş ji xizanan re nebaşe.Ez diçim sibehê heta êvarê paqijiya qeymeqamtiyê dikim. Ew pere jî têrî bazara me nake. Kîloya xiyaran 30-35 TL ye. Havînê wisa be wê zivistan çawa be. Ez têm bazarê neçar dimînim sebzeyên rizyayî bigirim.Bazar ji sibehê de ava dibe lê ez êvarê têm.Xwedî alîkarê me be. Kurê min nexweşe. Em nikarin tiştekî bigirin. Tirî xwest lê pir bihabû min negirt. Fatureya ceyranê 1500 û ya avê jî 500 hatiye. Ji ber fatureyan em nikarin tiştekî ji xwe re bigirin.”