
Patronê Ray Betonê S.A. li gelek jinan destdirêjî kirye
- 09:02 7 Cotmeh 2025
- Rojane
Oznûr Deger
BÊDLÎS - Piştî ku N.Y., li cihê karê xwe yê Ray Beton ji aliyê patronê xwe S.A. ve destdirêjî lê hat kirin û gilî kir, derket holê ku sûcdar li heman cihê kar derstdirêjî li gelek jinan kiriye.
N.Y., ku li navçeya Tetwanê ya Bêdlîsê dimîne, li cihê karê xwe yê Ray Beton ji aliyê patronê xwe S.A. ve pêşî bi gotinên zayendperest heqaret lê hat kirin û dû re jî bi fîzîkî destdirêjî lê hatiye kirin. Piştî destdirêjiyê di 30'ê Tîrmehê de, N.Y. ji karê xwe îstifa kir û li Serdozgeriya Giştî ya Tetwanê li sûcdar S.A. gilî kir. Lê, tevî du mehin lêpirsîn hatiye destpêkirin jî tu pêşveçûn çênebûye û sûcdar nehatiye girtin. Li gel vê jî hat diyarkirin ku heman kesî li gelek jinên din jî destdirêjî kiriye.
Zêdetirî du mehan e ku li dijî sûcdar S.A. tu tedbîrên qanûnî nehatine girtin, parêzera N.Y., Berfîn Ozan, li ser vê mijarê nirxandin kir.
'Jin ji ber zext û tirsê nekarîn gilî bikin'
Berfîn Ozan, diyar kir ku li muwekîla wê hem bi gotinên zayendperest heqaret hatiye kirin û hem jî destdirêjiya fîzîkî lê hatiye kirin û got, "Muwekîla min pêşî bi rêya WhatsAppê bi awayê bi gotinên zayenperserst heqaret lê hatiye kirin. Piştre, dema ku em bi xebatkarên din ên jin li cihê heman karî axivîn, em hîn bûn ku jinên din jî ji hêla heman kesî ve li heman cihê kar destdirêjî li wan hatiye kirin. Mixabin, jinên ku destdirêjî li wan hatiye kirin ji ber rewşa civakî ya sûcdarkirinê dudil bûne ku gilî bikin. Jin ji ber zext û tirsê nekarîn gilî bikin. Li muwekîla min tenê heqareta bi gotinên zayendperst nehatiye kirin, di heman demê de destdirêjiya fîzîkî jî lê hatiye kirin. Piştre, mêrê ku di vê yekê de bûye pispor, peyamên zayendperst yên ku ji muwekîla min re şandine bi karanîna sepana 'jêbirina ji bo her kesî' jê biriye. Lêbelê, ji ber ku muwekîla min dîmenên wan peyaman kişandiye, em karîn wan wekî delîl di dozê de pêşkêş bikin."
'Ji her du jinan yek destdirêjî tê kirin'
Berfîn Ozan, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji her du jinan yek destdirêjî tê kirin û got, "Gelek jin li ser tecrîd û bêkariya ku jin dijîn û her weha mobbîng û destdirêjiya ku ew dijîn, dengê xwe bilind nakin. Em dizanin ku gelek jin destdirêjî li wan tê kirin, lê em dizanin ku ew nikarin dengê xwe bilind bikin. Wekî din, dema ku qanûn têrê nakin û sûcdar bê ceza dimînin an jî cezayên herî kêm distînin, jin dikevin rewşek kûr a tenêtiyê. Ji ber vê yekê, divê hikûmet polîtîkayek pir cidî bimeşîne, dev ji polîtîkayên cudakar berde û qanûnên ku sûcdaran ceza bike derxîne. Divê ew bi polîtîkayek bêcezatiyê pişta sûcdaran miz nede û piştgiriyê nede wan."