Ji bo meşa li dijî komployê bang

  • 09:45 7 Cotmeh 2025
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Hevseroka Bajarê Îzmîrê ya DEM Partiyê Fulya Erdogan, tekez kir ku bersiva herî mezin a li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parastina aştiyê ye û banga beşdarbûna meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de wê li Îzmîrê were lidarxistin kir.
 
Bîst û heft sal di ser anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan abi komployeke navneteweyî ya ji bo Tirkiyeyê, derbas bûn. Her çend komploya ku bi derketina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir, heta roja îro di nav 27 salan de bi tecrîda bênavber berdewam kir. Berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û banga wî ya dîrokî ya 27'ê Sibatê de nîşan da ku komplo careke din hatiye pûçkirin. Hevseroka bajarê Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fulya Erdogan got, "Îro jî bi mîlyonan mirov hîn jî bi paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan di rêya xwe de dimeşin" û banga beşdarbûna meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de were lidarxistin kir.
 
'Komployê di şexsê Abdullah Ocalan de gelê Kurd hedef girt'
 
Fulya Erdogan diyar kir ku komploya navneteweyî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hemû gelê Kurd hedef girtiye û diyar kir ku armanca vê komployê ew e ku îradeya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn bê tunehesibandin û sîstemek dewletparêz û yekperest ava bike. Fulya Erdogan got, "Ev komployek bû ku ne tenê li dijî nasname û zimanê Birêz Abdullah Ocalan, lê li dijî tevahiya gelê Kurd bû. Em wisa dibînin. Her çend 26 sal derbas bûne jî, berxwedana ku Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê nîşan da û têkoşîna siyasî ya ku li çiya û deştan hate meşandin hewl da ku vê komployê pûç bike. Îro, bi mîlyonan mirov hîn jî bi paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan, ku 26 sal in di girtîgehê de ye, dimeşin. Em nikarin bibêjin ku ev komplo bi ser ketiye. Têkoşîna me berdewam dike."
 
'Bersiva herî mezin a li hember komployê parastina aştiyê ye'
 
Fulya Erdogan diyar kir ku ew di çarçoveya pêvajoya berdewam de salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar dikin û diyar kir ku ew ê di vê heyamê de bi hev re ji bo rêxistinkirina aştiyê li kolanan têbikoşin. Fulya Erdogan diyar kir ku têkoşîna wan berdewam dike û banga beşdarbûna meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de li Îzmîrê were lidarxistin kir. Fulya Erdogan got: "Meclis û navenda giştî di vê astê de pir bi hêz xebitîne. Bersiva herî mezin a li hember vê komployê parastina aştiyê ye. Em ji destpêkê ve, ji destpêka vê têkoşînê ve parastina aştiyê dikin. Yek ji baştirîn mînakên vê yekê dayikên ku zarokên xwe winda kirine ne. An jî malbatên ciwanên ku di girtîgehê de girtî ne. Ew bi salan e vê têkoşînê dimeşînin. Komploya 9'ê Cotmehê îsal cihekî taybet digire. Ji ber vê yekê, dema ku em vê rojê bi bîr tînin, em baweriya xwe ya bi aştî û hêviyê jî xurt dikin. Ji ber vê yekê em ê li kolanan bin. Em ê meşa xwe di 9'ê Cotmehê de saet di 5:00'ê êvarê de li ber Sumerbanka Kevin dest pê bikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin."