Divê jin tevli jiyanê bibe û hêza xwe nas bike

  • 10:21 7 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - Di çalakiyekê de ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve ji bo balkişandina ser karên jinan hate lidarxistin, jinan karên xwe yên destan nîşan dan, hevgirtin hem di warê aborî û hem jî di warê civakî de pêş xistin. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, gotın divê ku şaredarî xebatên xwe yên bi vî rengî zêde bike û gotin, "Divê jin ji malê derkevin, tevli jiyanê bibin û xwe fêrî kar bikin."
 
Şaredariya Peyasê ji bo balkişandina ser keda jinan û xurtkirina cihê wan di sektora hilberînê de, Civîna Keda Jinan û Festîvala Çandê li dar xist. Jinên ku di çalakiyê de kom bûn, berhemên xwe yên bi destan çêkiribûn nîşan dan, hevgirtina aborî û civakî xurt kirin. Çalakiya ku eleqeyek mezin ji jinan dît, hem ji bo hilberînê û hem jî ji bo parvekirinê cîhek afirand, bi vî rengî xuyabûna jinan di qada civakî de zêde kir.
 
Xebatkara şaredariyê Hatice Nakçi û Aygun Erdem ku beşdarî xebatan bûn girîngiya van înîsiyatîfan tekez kirin û gotin, "Divê jin ji malê derkevin, jiyanê biceribînin û xwe fêr bikin." 
 
'Em bi rêya van cure çalakiyan digihîjin jinan'
 
Hatice Nakçi spasiya xwe ji bo Civîna Keda Jinan û Çalakiya Çandî ya ku ji hêla Şaredariya Peyasê ve hatî organîzekirin anî ziman û got, "Em dixwazin ku ev cure çalakî pirtir werin lidarxistin. Em dikarin bi rêya van çalakiyan bigihîjin hevalên xwe yên jin. Em berhemên destçêkirî yên ku ji hêla xwendekarên jin ve hatine çêkirin difiroşin û parve dikin. Em hinekî alîkariyê dikin. Ev yek me pir kêfxweş dike."
 
'Divê jin ji zarok û mêrên xwe dûr bikevin û hinekî jiyana xwe bijîn'
 
Hatice Nakçi tekez kir ku divê jin ji malê derkevin û got, "Divê ew ji stresa malê û karê xwe yê rojane dûr bikevin. Divê ew ji zarok û mêrên xwe dûr bikevin û jiyana xwe bijîn. Hebûna çalakiyên ku vê yekê gengaz dikin dê ji bo jinan pir sûdmend be û divê ne tenê kirîn be."
 
'Keda jinan tê dîtin'
 
Aygun Erdem diyar kir ku divê çalakiyên bi vî rengî bêtir werin lidarxistin da ku keda jinan were dîtin û got, "Ev çalakiyek pir baş e û ji bo me pir sûdmend e. Ev derfetên ku şaredarî pêşkêşî me dike ji bo me pir sûdmend in. Ji bo ku keda jinan were dîtin çalakiyek pir baş e."
 
'Em bi van çalakiyan xwe baştir dikin'
 
Aygun Erdem girîngiya van mîhrîcanan ji bo jinan tekez kir û got, "Ew beşdarî aboriya malê dibin. Em xwe baştir hîs dikin û beşdarî aboriya malên xwe dibin. Ji bo jinên li malê çalakiyên ku keda me bêtir xuya dikin pir girîng û hêja ne. Em dixwazin ku ev celeb çalakî berdewam bikin. Jin hem li malê û hem jî li derve dixebitin û keda wan kêm tê dîtin. Divê em bi van celeb çalakiyan wê eşkere bikin."