
Nobeta ji bo azadiya Abdullah Ocalan 810 roj in didome
- 11:23 7 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi koma 158’an di roja 810’an de didome.
Çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatiye destpêkirin, bi koma 158’an di roja 810’an de didome. Merasîma dewirgirtina çalakiya nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê bi amadebûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 157’an Nûran Sezgîn axivî.
Nûran Sezgîn diyar kir ku ev zêdeyî du sal û nîvin çalakiyek ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî tê meşandin û got: “Tê zanîn ku di 9’ê Cotmeha 1999’an de hêzên komologer ji bo Rêbertî ji Suriyê derbixin, ketin nava liv û tevgerekî. Lê ji bîr kiribûn Serokatî îradeyek ji pola di nava gelan de daye avakirin. Jixwer sekna Rêbertî ev komplo vala derxsit. Serokatî di parêznameyên xwe de jî dibêje, eger ez li çiya bûma belkî bi sedan heval şehîd biban, ez di cihê xwe de bimabam wê gelê Sûriye bi êrişên dijwar re rû bi rû bimabûya, ji bo wê terciha Eweropa kir. Ji ber dostên sixte û hevaltiya kêm di 15’ê Sibata 1999’an de Serokatî dîl hat girtin û teslîmî Tirkiye kirin."
Nûran Sezgîn di dewama axaftinên xwe de bal kişand li ser meşa dirêj a li Bakurê Kurdistanê û wiha domand: “Di bin pêşengtiya TJA yê de meşa Hêviyê, meşekî dirêj ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Bakurê Kurdistanê tê meşandin. Wek xelkên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi taybet wekî jin em maşa wan silav dikin û serkeftinê dixwazin. Me jî wek jinên wargehê di vê mehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rêze çalakiyek daye pêşiya xwe. Di rêze çalakiyên me de panel, meş û bernameyek dewlemend heye ku wê di nava vê mehê de ji aliyên jinan ve were pêkanîn. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev manîfesto wê ji Serokatî re azadî û ji Kurdistanê re bibe statû.”
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.