
Komîsyona ku tûndiyê lêkolîn dike, tundiyê rewa dike
- 09:03 9 Cotmeh 2025
- Rojane
ENQERE - Ozgul Sakî da zanîn ku komîsyona ku ji bo tundiyê û qetilkirinên jinan lêkolîn bike li meclisê hatiye avakirin, li cihekî ku tundî û qetilkirinan rewa dike ye. Ozgul Sakî got di rapora 912 rupelî ya komîsonê de daneketine sedemên tundiyê û şerh dane ser raporê.
Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê tundî û qetilkirinên jinan bi polîtîkayên bêcezahiştinê her diçin giran dibin. Bi armanca lêkolînkirina tundî û qetilkirinên jinan li meclîsê Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê a li hember Pêşîgirtina Tundî û Newekheviya li Hember Jinan hat avakirin. Dema komîsyon hat avkairin Hulkî Cevîzoglu anîn serokatiya wê û ji aliyê jinan ve hat diyarkirinku desthilatdarî polîtîkayên dijminê jinê dimeşîne. Çarçoveya xebatên komîsyonê de gelek akademîsyen, hiqûqnasan nirxandin kirin û di çapemeniyê de bernameyên ku tundiya li ser jinê rewa dike rexneyên meizn girt. Komîsyonê xebat temam kir û raporek 912 rupelî amade kir. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku komîsyonê de cih digirtin diyar kirin ku di raporê de daneketine serdemên tundiyê û di noktey açareseriyê de ji ber raporek nehatiye pêşkêşkirin şerh danîne ser raporê.
Parlamentera DEM partî ya Stenbolê Ozgul Sakî ku komîsyonê de cih digirt der barê mijarê de axivî.
Piştî înfala civakî komîsyon hat avakirin
Ozgul Sakî da zanîn ku wan wek koma DEM Partiyê bi dehan carî daxwaz kirineku sedemên qetilkirinan bên lêkolînkirin û ji bo avakirina komîsyonê pêşnûme dane. Ozgul Sakî got: “Daxwaza me bi dengên AKP-MHP’ê dihatin redkirin. Piştî ku Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl li Stenbolê bi hovane hatin qeitlkirin înfal hat jiyîn. AKP’ê li ser vê komîsyonek ava kir.”
Serokê komîsyonê mêr hat hilbijartin
Ozgul Sakî da zanîn ku wan tevî polîtîkayên desthilatdariyê girîngî dane vê komîsyonê û got: “ Sekreterya komîsyonê ji partiyên desthilatdariyê ava bû. Serokê komîsyonê jî Hulkî Cevîzoglu hat hilbijaritn. Me fêm kir ku ew dixwazin çi bêjin. Ji bo vê komîsyonê serokê mêr hilbijartin bi tena serê xwe peyamk bû.Tevî vê me wek DEM Partî ji bo çareseriyê çi ji destê me hat kir.”
‘Daneketin sedemên tundiyê’
Ozgul Sakî destnîşan kir ku ji bo tundiya li ser jinê bê lêkolînkirin divê dakevin sedemên tundiyê û wiha domand: “Me gelek caran Peymana Stnebolê anî rojevê û me got divê qanûna 6284 pêk bê.Ji roja ewil de Hulkî Cevîzoglu bi îfadeyên xwe gotinên jinê bê nirx hişt. Di komîsyonê de hiqûqas, akademîsyonan li qadê der barê tundiyê de xebat kirin. Raporek 912 rupelî hat amadekirin. Me ewil got divê ev bibin cîlt. Yên rapor xwendin gotin sedemên esas yên tundiyê divê derkevin holê. Divê me xebatên cidî yên der barê bingeha tundiyê bikiriba.”
Ozul Sakî bi lêv kir ku di dema ku tundî û qetilkirinên jinan û zimanê dijminê jinê yê çapemeniyê de tê bikaranîn de Zahîde Yetîş ya zimanekî tundiyê rewa dike bikar tîne li komîsyonê hatiye guhdarkirin. Ozgul Sakî ev tişt vegot: “Ev jî nêrîna komîsyonê a desthilatdariyê nîşan dide. Tevî van me di komîsyonê de sernavên; pêkanîna qanûna 6284, peywirdarên bi bandor pêk neynin divê berpirs bên dîtin û Peymana Stenbolê, anî ziman. Me xurtbûna aboriyê ya jinan jî girt dest. Çav berdan mafê nefeqeya jinan. Di komîsyonê de mexduriyeta mêran a nefeqeyê hat axaftin. Me di komîsyonê de girîngiya zimanê dayikê a di mijarên hiqûqî de bi dehan carî bi Fatma Altinmakas anî ziman. Fatma Altinmakas bi dehan carî ji aliyê birayê hevjînê xwe ve destdirêjî lê tê kirin û diçe qerekolê. Ji ber Fatma Kurdî daixive qerekol nake bin qeydan û 24 saet şûnde Fatma hat qetilkirin. Nebûna perwerdehiya bi zimanê dyaikê yek ji sedemên esas a tundiyê ye.”
Şerh danîn ser raporê
Ozgul Sakî di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Beriya rpaora 912 rupelî me perspektîfek pêşniyar kir. Me sererastkirinên cidî yên şên ber pêşniyar kir. Me hişyariyên xwe kir lê ev hişyarî di raporê de hatin piştgûhkirin. Me şerh ji komîsyonê re nivîsî. Nivîsandina şerhê di alî dîrokî de girîng bû. Mev ev gotinên xwe di şerha xwe de diyar kir. Me der barê jinên penaber yên li dijî tundiyê bê parastinin jî pêniyarên xwe kirin. Lê mixabin ev pêşniyar ji aliyê komîsyonê ve tune hatin hesibandin.Komîsyonê xebat qedand û rapor bidawîkirin. Biryarên parastinê bi bandor nayên pêkanîn. Divê li dijî tundiyê civak berpirsyariyê bigire ser xwe û têbikoşe.”