Bi hezaran kes li Lozanê meşiyan

  • 01:05 25 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lozanê dostên Kurdan di meşa ku bi hezaran kes tevlî bûn de gotin, “Kurd ne bi tenê ne” û gelê Rojava yê berxwedêr û hemû aliyên ku piştgirî didin berxwedanê, hatin silavkirin.
 
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, li dijî êrîşên li ser Rojava bi tevlîbûna gelê Kurd, rêxistin enternasyonalîst ên dost û partiyên siyasî yên cuda, daxuyaniya çapemeniyê û meş hate lidarxistin.
 
Girseya ku li Qada St. Laurentê li hev kom bûn, peyamên piştevaniyê ji bo berxwedana Rojava dan û banga rawestandina êrîşên li herêmê kirin.
 
Di çalakiyê de ewil Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Musa Îtah axivî û destnîşan kir ku têkoşîna gelê Rojava ya li dijî DAÎŞ’ê li ser navê hemû mirovahiyê hate meşandin.
 
Piştre, Endamê Meclîsa Şaredariya Lozanê Emile Mochler destnîşan kir ku piştevaniya bi Rojava re ne tenê sembolîk e, di heman demê de berpirsyariyeke siyasî ye.
 
Parlamenterê Partiya Karkeran (POP) Celine Misiego jî destnîşan kir ku gelê Kurd ne bi tenê ne.
 
Çalakvanekî ji Koma Hêzên Çep û Piştevaniya bi Gelan re ya Canton Vaud jî wiha bang li Konseya Federal a Swîsreyê kir, “Em ji Konseya Federal a Swîsreyê dixwazin ku ji bo bidawîkirina van êrîşên leşkerî, zextê li hikûmetên Sûriye û Tirkiyeyê bikin.”
 
Endama Meclîsa Şaredariya Lozanê Sevgî Koyuncu jî di axaftina xwe de silav ji çar parçeyên Kurdistanê re û hêzên berxwedanê re şand û wiha got, “Silav ji gelê Kurd, Kobanê, Qamişlo û şervanên YPG û YPJ’ê re. Silav ji gelê Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat re. Hezar silav ji hemû Kurdistaniyên ku bi rojan in piştgirî didin berxwedanê re.”
 
Girseyê piştî axaftinan dest bi meşê kir. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên ji bo piştevaniya Rojava hatin berzkirin.