'Wê YPJ deskeftiyê şoreşa Rojava biparêze'

  • 09:03 3 Nîsan 2026
  • Rojane
Jiyan Gencan
 
DÊRIK - Ji fermandarên YPJ'ê Viyan Kobanê bi boneya salvegera damezrandina YPJ'ê axivî û got: "Bi fikir û felsefeya Rêber Apo wê jin destkeftiyê Şoreşa Rojava biparêzin."
 
YPJ di 4'ê Nîsana sala 2013'an de hate damezrandin. Di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, gelê Kurd ji bo parastina hebûna xwe hêzên xwe yê leşkerî ava kirin. Bi avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re hêzên Rojavayê kurdistanê ji bo parastina gelê xwe hat avakirin. Di heman demê de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat avakirin. Bi avakirina YPJ'ê re jin tevlî nava refên têkoşînê bûn. Di hemû qadên şer, civakî û siyasî de jinan cihê xwe girtin. Yek ji sedemên sereke yên avakirina YPJ'ê ya di nava şertên şer de, parastina destkeftiyên xwe bûn. Her wiha hêza jin ji bo civaka kurd giringiyek wê ya mezin heye. Di nava şer de YPJ bû pêşengê şer. YPJ di şerê DAÎŞ'ê de li hemberî hovîtiya wan şerekî bêeman meşand. Di hemû rizgarkirina bajarên Rojavayê Kurdistan û gelek herêmên din de YPJ û YPG'ê bi hevre bajar rizgar kirin. Di rizgarkirina bajarên kurdan de YPJ bû pêşengê şer.
 
Yek ji Fermandarên YPJ'ê Viyan Kobanê bi boneya salvegera avakirina YPJ'ê ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'YPJ bû ronahiyek di nava civakê de'
 
Viyan Kobanê di destpêka axaftina xwe de bahsa armanca avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kir û wiha got: " YPJ di nava şer de hat avakirin. Dîrokek YPJ'ê ya dirêj heye ku di nava ewqas şer re derbas bû. Di nava Sûriyeyê de êrîşek piralî li ser jinan tê meşandin. Derketina YPJ'ê di esasê xwe de li hemberî zîhniyeta şerxwas têkoşînek piralî meşandin bû û hîn jî ew têkoşîn bi gelek aliyên xwe dewam dike. Pêşengtiya têkoşîna YPJ'ê bi gelek fermandarên fedaî çêbû. Gelek fermandarên me heya nefesa xwe ya dawî ji bo ew têkoşîn bigihê armancê, şer kirin û şehîd bûn. YPJ bû ronahiyek di nava civaka me de ku çawa deskeftiyên xwe biparêze. Bi wê ronahiyê jin hişyar kir ku bibe hêz û îradeyek gelek mezin. Jin bi ronahiya YPJ'ê re kete nava lêgerîna azadiyê. YPJ'ê hêza jinan derxist holê û bi YPJ'ê re jin êdî tevlî nava refên azadiyê bûn.YPJ ne tenê di warê leşkerî de di qadê siyasî, cîvakî jî pêşketinên jinan ava kirin û bûn mînak."
 
'Jin bi YPJ'ê re ketin nava lêgerîna azadiyê'
 
Viyan Kobanê diyar kir ku YPJ ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû netewan têkoşîn kir û wiha anî ziman: " YPJ'ê ne tenê ji bo jinên kurd têkoşîn kir ji bo hemû jinên Sûriyeyê têkoşîna hebûnê da meşandin. Pêşengtiya wê jinên Kurd kir, lê YPJ'ê hemû jinan di nava xwe de hewand û wan perwerde kir. YPJ'ê bandora xwe li ser jinên Sûriyeyê gelek kir. Jin bi YPJ'ê re ketin nava lêgerîna azadiyê. Hemû şerên ku di hundirê Rojavayê Kurdistanê de hat meşandin de tenê ne jinên kurd ji hemû neteweyan li hemberî wê zîhniyeta tarî şer kirin û ji bo mafên xwe têkoşîn kirin. "
 
'Bi fikir û felsefeya Rêber Apo YPJ hat avakirin'
 
Viyan Kobanê diyar kir ku ew hêza xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digrin û ev yek anî ziman: " Rêber Apo hevaltiyek rast bi jinê re da meşandin, jin kir hêza têkoşînê û kir hêza parastina destkeftiyên şoreşê. Yê ku fikir da ku jin xwe bike hêz Rêber Apo ye. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo YPJ hat asta pêşengtiyê. YPJ'ê rûxmî hemû erîşên giran jî bi fikra xwe û civaka xwe bi parastinê tekoşînê dike û şer dike. Niha êrîşek piralî ser YPJ'ê tê meşandin lê bi fikir û ramanê Rêber Apo YPJ xwe diparêze. "
 
'Jinan bi Rêber Apo xwe nas kir'
 
Vîyan Kobanê roja 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrandina YPJ'ê wekî rojbûna hemû jinan pênase kir û wiha got: " Jinan bi rojbûna Rêber Apo xwe nas kir, bi fikrê Rêber Apo jinan xwe rêxistin kir. Ez jî wekî jineke bi wê rojê re min xwe nas kir û ji bo azadiyê dest bi têkoşînê kir. Jin ji bo ku destkeftiyên xwe biparêzin û li nirxên xwe xwedî derkevin li ser rêka azadiyê li ser şopa Rêber Apo dimeşin, ew meş meşa azadiyê ye. Wê meşa me ya azadiyê bi serkeftinê encam bibe. Niha jî em wekî YPJ bi zihniyeta hezaran salan re şer dikin û têkoşînê dikin. Destkeftiyên 14 salan ya têkoşînek bi berdel giran niha tê xwestin ku were tunehesibandin, lê bi fikir û felsefeya azad em ê li hemberî wê zîhniyetê tekoşînê bikin û hemû destkeftiyên jinan biparêzin."
 
'Em soza parastina destkeftiyê şoreşê didin'
 
Viyan Kobanê herî dawî damezrandina YPJ'ê li hemû jinan pîroz kir û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " Jinên kurd pêşengtiya têkoşînê kirin û ji jinê cîhanê re bûn îlhama têkoşînê. Hemû jinên ku ji gelek deverên ji Ewropayê beşdarî nava refên YPJ'ê bûn em wê rojê li wan jî pîroz dikin. Jinên enternasyonal ku li kêleka me li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê şer kirin û heya nefesa xwe ya dawî têkoşîn kirin em ê wan tu caran ji bîr nekin. Em ji hemû jinan re soz didin ku em ê deeskeftiyê şoreşa xwe biparêzin."