Şerê li Rojava hilweşandineke bi plan e
- 21:48 25 Çile 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Rêxistina Navçeya Buca ya DEM' Partiyê di daxuyaniya derbarê êrîşên HTŞ'ê û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojava de got, "Têkoşîna ku gelê Rojava dide, parastina hevpar a mirovahiyê ye."
Rêxistina Navçeya Buca ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî êrîşên li ser Rojava civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de, ku li Bazara Buca Çamlıkule hat lidarxistin, pankartên bi nivîsên "Rojava berxwedan e, azadî ye, nayê desteserkirin", "Rûmeta me çarenûsa me ye" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin vekirin, her wiha sloganên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Kurdistan li dijî faşîzmê ye" pir caran hatin berzkirin. Gelek welatî beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Fatma Berfînê daxuyaniya çapemeniyê ya bi kurdî û Mehmet Erkek jî ya bi tirkî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Êrîşên li hemberî Rojava , di asta ku îro gihîştiye meriv nikare bibêje hew şerekî leşkerî ye . Tiştên ku tên jiyîn , pêvajoyeke wêrankirinê ye ku mabest dike ku vîna gelan bişikine , jiyana pirnasnameyî ji holê rake û heremê têxe bin kontrola sîstema cîhatcî - tarîtî .
Bi taybetî dorpêçkirina li hember Kobanî , jiyana sîvîl hedef digire rasterast. Astengkirina pêdivîyên jiyanî ên bingehîn , lêdana qadên sivîl û bênefeshiştina gel, ne hew binpêkirina hiqûqa şer e di heman demê de bi awayekî vekirî mabesta cezakirin û teslîmgirtinê dihewîne. Ev şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin , ne şerekî klasîk ku di navbera dewletan de tê meşandin e.
Berpirsyarî hetiye belavkirin , şîddet hatiye taşeronkirin û werîsê hêzên cîhadîst li hatiye sistkirin. Ev , sîstema şerekî nû ye. Hêzên wekî HTŞ û hwd. birdoziya DAÎŞ’ê bi navên cûda radikin. Meşa ev hêzên li hember Rojava, avakirina hovî û barbariya nû ye. Sedema Hedefgirtina Rojava bi awayekî vekirî diyar e. Avahiya modela civakî a li vê qadê , li ser wekheviya gelan , azadiya jinan û jiyana hevapar hatiye avakirin. Ev rastî , ji bo hêzên li heremê bi otorîte û erk in nayê pejirandin. Mabesta êrîşan ne hew ji bo ax bidestxistinê ye , di heman demê de ji holêrakirina van ceribandinên azadîxwaz û îradeya bi hev re jiyankirinê bifetisîne ye. Îro helwesta hêzên navneteweyî û heremî, berdewamiya van êrîşan e. Ev bêdengiya di bin navê dîplomasiyê de tê meşandin, di fiîlîyatê de sucên heyî dinixumîne. Bêdengî ne bêalîbûn e, li hember sûcên pêk tên helwestek e. Polîtîkaya Tirkiyê a li hember Surî û Rojava jî bûye yek ji van polîtîkayên şer.”







