'Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

  • 16:11 14 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Bismilê civîna gel li dar xist. Di civînê de hat diyarkirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke sermuzakerevanê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” di şertên azad de bixebite.
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Bismilê bi dirûşma “Em bi hev re xurt in, pirsgirêkan bi hev re çareser dikin” li Eywana Dawetê ya Firatê ya navçeya Bismilê ya Amedê civîna gel li dar xist. Endam û rêveberên DBPê, DEM Partiyê, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, saziyên sivîl ên civakî û bi sedan kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Ji Rêbertiyê re azadî, ji Rojhilata Navîn re aştî û aramî”, “Em ê tarîtiyê bi ronahiya paradîgmaya Rêbertî ronî bikin”, “Di paradîgmaya Rêbertî de israr, li dijî hemû êrişan jehrkuj e”, “Em bi serhildana xwe komployan pûç dikin, bi Rêbertî re azad dibin” û “Weke kulîlka Lotûsê tevî hemû zehmetiyan em ê serbikevin” hatin daliqandin. Civîn ji bo cangoriyên azadiyê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Dû re ji bo civînê dîwan hate hilbijartin. Di dîwanê de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata, endam Meclisa DBPê Mehmet Şirîn Tûnç û li ser navê Platforma Saziyên Demokratîk Nevzat Tekel cih girtin.
 
Axivêrên ku bi rêzê axivîn di civînê de têkildarî Komploya 15ê Sibatê, mafê hêviyê, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên li Rojava, Sûriyeyê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn axivîn. Axivêran bal kişandin ser Komploya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komplo şermezar kirin. Axivêran qala yekîtiya gelê Kurd kirin û destnîşan kirin ku divê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike û xurt bike. Axivêran anîn ziman ku ji bo ku tifaqa gelê Kurd pêk were divê xebat bên meşandin û bi lêv kirin ku Şoreşa Kurdistanê şoreşa jinan e û hewceya li ser meseleya jinan bê sekinandin
 
Dû re beşdarên civînê têkildarî nîqaşên hatin kirin, pirs kirin û xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Axivêrên di civînê de bersiva pirsan dan, bal kişandin ser mafê hêviyê û destnîşan kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd weke sermuzakerevanê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” di şertên azad de bixebite. Axivêran destnîşan kirin ku yekîtiya neteweyî divê teqez pêk were û ev yek bivê nevê ye. Axivêran bal kişandin ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser yekîtiyan neteweyî ya Kurd jî û diyar kirin ku helwesta Abdullah Ocalan a têkildatî yekîtiyê heman e. Axivêran her wiha destnîşan kirin ku divê ev sal bibe sala azadiyê ya Abdullah Ocalan. Axivêran qala tifaqa gelê Kurd a a li dijî êrişên ser Rojava jî kir û xwestin xwedîderketina li Rojava bê domandin.
 
Di dawiya civînê de ji bo meşa li dijî Komploya 15'ê Sibatê ya sibê saet di 18.00an de li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê dest pê bike û heta Qada Îstasyonê bidome, banga tevlibûnê hat kirin.