‘Dawî li lêgerîna tazî bînin’
- 20:47 14 Sibat 2026
- Rojane
ÎZMÎR- Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA li Îzmîrê bertek nîşanî girtina zarokan û tundiya zayendî ya li navendên paşveşandinê dan. Turkan Aslan Agaç diyar kir ku girtin bûye amûra cezakirinê û got: “Em ê li hemberî îşkence, tundiya zayendî û bêcezakirinê têkoşîna xwe mezin bikin.”
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê derbarê girtina zarokên ku vîdeoya hûnandina por xwe parve kirin û hewldana tecawizê ya li dijî aktîvîstên ‘Karwana Gelan’ li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Dewlet destê xwe ji bedena me vekişîne”û “Dawî li lêgerîna tazî bînin” hatin berzkirin û pankarta “Li hemberî îşkence, tundiya zayendî û bêcezatiyê em têdikoşin” hate vekirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Turkan Aslan Agaç daxuyanî xwend.
‘Girtin bûye amûra cezakirinê’
Turkan Aslan Agaç diyar kir ku binpêkirinên mafan ên ku van demên dawî diqewimin, careke din nîşan didin ku hişmendiya rejîma ewlekariyê li Tirkiyeyê çawa li ser jin û zarokan rejîmeke zext û tadeyê ava kiriye û got: “Krîmînalîzekirina azadiya ramanê, tundiya zayendî ya li girtîgehan û navendên paşveşandinê û nêzîkatiyên rûmetşikên, perçeyên heman sîstemê ne. Ev tablo encama polîtîkayên dijminatiya jinan, bêdenetimî û polîtîkaya bêcezakirinê ye. Girtina zarokên ku ji bo piştevaniya bi Rojava re di qada dîjîtal de ramanên xwe parve kirine an jî stranên Kurdî li ser vîdyoyên xwe zêde kirine, nîşan dide ku hiqûq êdî ji parastinê dûr ketiye. Zarokên bi navê A.K. û R.S. ku ji ber parvekirinên medyaya civakî hatine girtin, ne tenê azadiya wan ji wan hatiye standin, di heman demê de rastî îşkenceyên giran hatine. Di pergala dadweriya zarokan de girtin divê ‘rêya dawî’ be, lê îro girtin bûye amûreke cezakirinê û ev yek binpêkirina mafan a herî aşkere ye.”
Li girtîgehan tundî û destdirêjiya li ser bedenê
Turkan Aslan Agaç destnîşan kir ku lêgerîna tazî ya li girtîgehan, êrişeke rasterast a li ser rûmeta mirovahiyê û destdirêjiya li ser parastina bedenê ye. Bi hinceta ‘ewlekariyê’ tu kes nikare dest bide bedena mirovan û got: “Kontrola li ser bedena jinan, encama desthilatdariya mêr-serwer e. Qedexeya îşkenceyê mutleq e; ne rewşa awarte, ne gefên ewlekariyê û ne jî tu hincetek din nikare vê qedexeyê rake.”
Navendên paşveşandinê û tundiya zayendî
Turkan Aslan Agaç li ser aktîvîstên “Karwana Gelan” jî sekini û got: “Bi tundiya zayendî, taciz û hewldanên tecawizê li navendên paşveşandinê, nîşan dide ku ev der ne cihên îdarî ne, lê bûne qadên tarî yên bêcezakirinê. Dewlet berpirsiyarê sereke yê her binpêkirineke li van navendan e. Hebûna îdiayên tundiya zayendî bi serê xwe bes e ku lêpirsîneke serbixwe û bibandor bê destpêkirin. Sîstemeke ku nikaribe bedena kesên di bin parastina xwe de biparêze, rewatiya xwe ya hiqûqî winda dike.”
Turkan Aslan Agaç diyar kir ku mesele ne tenê girtinek e; mesele cezakirina ramanê, tepisandina piştevaniyê û bêdengkirina wijdanê civakê ye û wiha daxwaziyên Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê rêz kir:
“*Divê li girtîgehan û navendên paşveşandinê tundî û muameleya xerab bi dawî bibe.
*Li Girtîgeh û navendên paşveşandinê divê ji bo çavdêriya sivîl û serbixwe bên vekirin.
*Divê dawî li sepana lêgerîna tazî bê anîn.
*Îdiayên tundiya zayendî û heildana tecawizê divê bi awayekî şefaf û serbixwe bêne lêpirsîn.
*Êrişên li ser A.K. û R.S. bi awayekî serbixwe bên lêkolîn û ev zarok tavilê bên berdan.
*Li dijî her cure binpêkirina mafên jin û zarokan, divê rêgeza “sifir tolerans” bê pejirandin.”
*Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.”







