Nasnameya jina ku cenazeya wê hatibû dîtin diyar bû
- 19:06 25 Sibat 2026
- Rojane
ANTALYA – Cenazeya ku duh li tenişta rê ya li Gazîpaşayê hat dîtin hat diyarkirin ku aydê Salîha Turan e.
Li navçeya Gazîpaşa ya Atanlyayê li taxa Zeytînada ya 25 kîlometre ji Gazîpaşeyê dur e li mewkiye Sazak a riya D-400 kesên diçûn baxçeyên xwe av didan jineke li şarampolê bê bandor dîtin. Piştî ku agahî dan ekîbên tenduristî û cendermeyan, ekîb hatin û tespîtkirin ku jinê jiyana xwe ji dset daye. Nasname li ser jinê tunebû û cenaze ji bo otopsiyê birin morgê.
Di encama lêkolîna hat kirin de hat tespîtkirin ku cenaze aydê Salîha Turan ya 45 saliye. Cenaze ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî(ATK) ya Alanyayê.
M.T yê ku bi Salîha Turan re zewicandibû çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin.







