Newroza Agiriyê wê di 24'ê Adarê de bê pîrozkirin
- 20:11 18 Adar 2026
- Rojane
AGIRÎ - Li Agiriyê Newroz a ku ji ber berfê hatibû taloqkirin, dê di 24'ê Adarê de bê pîrozkirin
Newroza ku dihat payin di 15'ê Adarê de li Agiriyê bê pîrozkirin, ji ber berfa zede hatibû taloqkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê daxuyand ku dê Newroz di 24'ê Adarê de li Bazara Kayê ya Berê bê pîrozkirin.
Komîteya Amadekar a Newrozê, hemû welatiyan vexwand pîrozbahiya ku dê di 24'ê Adarê de bê lidarxistin.







