Ciwanên Êzidî pirtûkxaneyek nû vekirin

  • 18:33 12 Nîsan 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li Duholayê pirtûkxaneyek nû vekirin.
 
Bi pêşengiya ciwanên Şengalê pirtûkxaneyek nû hate vekirin. Yekitiya Ciwanên Êzidxanê pirtûkxaneya bi navê ‘Şehîd Pîr Çeko’ li Diholayê kirin xizmetê.
 
Li ser navê navê ciwan û xelkê tevlî vekirina pirtûkxanê bûn Hevberdevka Komîna Gel a Zorava axivî û pirtûkxaneyê li hemû ciwanan û xelkê Şengalê pîroz kir û got: “Ev pirtûk ji aliyê ciwanên Êzidî ve hate vekirin, em kêfxweş dibin ku ciwanên me van pirtûkan bixwînin.”
 
Paşê gel bi tilîlî û çepikan ketin pirtûkxaneyê û wêneyê Pîr Çeko ku weke diyarî anîbûn,diyarî pirtûkxaneya ciwanan hate kirin.
 
Di pirtûkxaneyê de pirtûkên Erebî, kurmanciya Aramî (Behdînî) û Erebî hene. Di pirtûkxaneyêde pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pirtûka Zekî Şengalî, pirtûka li ser jiyana Sakîne Cansiz, gelek pirtûkên wêjeyî, li ser dîrok, çand û baweriya Ezidî û Ezdayetiyê, û gelek pirtûkên din hene.