'Agahiya dozger û dadgeran ji AGO'yê tune ye'

  • 09:21 25 Teşrîna peyêne 2021
  • NAROJANE
ENQERE - Parêzer Doga Karaman, da zanîn ku di Komîsyona Lêkolîna Şîdeta li Ser Jinan a Meclîsê de, pêşniyarên çareseriyê yên der barê guman de hene û agahiya dozger û dadgeran ji AGO'yê tune ye, buroyên şîdeta di nav malê de jî tenê li ser navçeyan dixebitin.
 
Civîna dawî ya Komîsyona Lêkolînkirina Şîdeta li Hember Jinê ya Meclîsê di 14’ê Mijdarê de pêk hat. Di civînê de pêşniyarên der barê rapora komîsyonê de hat axaftin û sema şîdeta li ser jinê jî wek ‘nerehetiyên psîklojîk’ hat sînorkirin, ji bo pêşîgirtina şîdeta malê jî girtina ‘ehliyeta psîkolojîk’ hat parastin. Di komîsyonê de hat îdiakirin ku çavkaniya şîdetê ‘psîkolojîk e’ û li şûna jinan, gumanbar hatin guhdarkirin, hat gotin ku divê gumanbar tedawiya psîkolojîk bibînin. Her wiha hat îdiakirin şîdet bi sedema ‘bêmerhemetî, çavsorî’ pêk tên.
 
Parêzer Îlayda Doga Karaman da zanîn ku Komîsyona Lêkolînkirina Şîdeta li Hember Jinê ya Meclîsê, ji bo şîdeta nav malbatê ‘kilifa ehliyetê’ aniye û di vê mijarê de nirxandin kir.
 
'Şîdetê tenê wekî şîdeta di nav malbatê de dibînin'
 
Îlaydayê da zanîn ku di komîsyonê de axaftina pêşniyara ‘kilifa ehliyetê’ ya ji bo şîdeta nav malê ne rast bû û newekheviya zayenda civakî bi sînorkirina ‘têgeha malbatê’ ne pêkan e. Îlaydayê wiha dirêjî dayê: “Pirsgirêka herî zêde em pê re hatin rû hev, ji roja Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284 derketiye heta niha, li ser têgeha malbatê sekinîn. Nokteya esas a di serê wan de tenê şîdeta di nav malê de bû. Şîdeta xwe dispirê zayenda civakî di nav têgeha malbatê de pêş nakeve. Di hemû aliyê civakê de xwe dide der. Di alî fêmkirina vê de xwe didin zorê. Em dibînin ku îdia dikin esasê wên cuda ne û rewa dikin. Tişta divê em qebûl bikin, newekheviya zayendî ya civakî li her derê dertê pêşberî me.”
 
'Gumanbarê şîdetê xwe rewa kirin'
 
Îlaydayê daxuyakirin ku piştî Peymana Stenbolê, têgeha ‘şîdet hat dîtin’ rastiyê nîşan nade. Aliyekî peymanê yê hêsan dike heye. ŞONÎM û AGO hatin avakirin. Ji bo xurtkirina jinê, bi sedema newekheviya zayenda civakî, ji ber şîdet û newekheviyê xebat dihatin kirin. Ji ber vê wek piştgiriyê peyman di destên me de hebû. Yanî mekanîzmayeke ku xebatên me hêsan dikir hebû. Bi vekişîna peymanê re bi polîtîka bêcezabûnê gumanbaran xwe rewa û xurt kirin. Piştî vekişîna peymanê roja din di rûniştinan de gumanbaran behsa manîpulatîfbûna peymanê kirin.”
 
'Çareseriyên ku gumanbaran esas digirin pêk tên'
 
Îlaydayê destnîşan kir ku di civîna Komîsyona Lêkolînkirina Şîdeta li Ser Jinê de pêşniyara ‘ehliyetê’ ya li dijî şîdeta di nav malê de ne çareseriyeke ku şîdetê rawestîne ye û ev tişt bi lêv kir: “Komîsyon şîdetê tenê di nav malbatê de dibîne. Em di her qada jiyanê de bi şîdetê re tên rû hev. Li aliyekî ev tên jiyîn û li aliyê din jî tenê ‘ehliyet’ tên girtin an jî di esasa şîdetê de tenê pirsgirêkên psîkolojîk tên dîtin. Ji ber vê jî ev pêşniyar ne makûl e. Tenê di malbatê de hebûna şîdetê, dîtin, spartîna şîdetê ya di esasên psîkolojîk de, nêzîkatiya li hember şîdeta li ser jinê nîşan dide. Em diyar dikin ku şîdet ji newekheviya zayenda civakî pêk tê. Esasa şîdetê nêzîkatiya newekhev e. Ji ber mafên ku nadin jin û kesên LGBTÎ pêk tê. Çareseriyên ku gumanbar esas digirin tên hilberandin. Çareseriya ji bo kêmkirina şîdetê tê pêşniyarkirin, nayê wateya ku pêşî li şîdetê digire. Ger ku em bixwazin jinên rastî şîdetê hatine bên xurtkirin, divê em pêşniyara ku gumanbar bikeve helwestek pêşîgirtinê, bê pêşwazîkirin. Divê jin bên xurtkirin. Lê ev hemû di plana dawî de dimînin.”
 
'Agahiya dadger û dozgeran ji AGO'yê tune ye'
 
Îlaydayê her wiha diyar kir ku tevî şîdeta li ser jinê zêde bûye, di komîsyonê de şîdeta li ser jinê nehatiye axaftin û wekî her tişt gelek xweş û baş e nîşan didin. Îlaydayê wiha bertek nîşan da:“Di komîsyonê de wekî ku mekanîzma û mevzuata hundir gelek xweş bi rê ve diçe, hat axaftin. Ger ku em guherînekê bixwazin divê ev ji bingehê de bê kirin. Heta dikarin bila qanûnan biguherin, muvzuatan pêşniyar bikin. heta ev mevzuat pêk neyên, ji civakê re neyên vegotin, polîs vê cidî negirin wê pirsgirêk bijîn.  Di civînê de behsa Odeyên Hevdîtina Edlî (AGO), ŞONÎM û Mîvanxaneyan tê kirin. Behsa başbûna wan û li hemûyan geriyane, dikin. Em îro dema qanûna hejmar 6284 pêk tînin, li dadgehan zehmetiyê dikşînin. Mixabin agahiya dadger û dozgeran ji AGO û ŞONÎM’ê tune ye. Behsa buroyên şîdeta nav malê kirine. Hatiye diyarkirin ku li buroyan geriyane û gelek baş dixebitin. Lê ya ku em niha dibînin buro tenê li ser navçeyan dixebitin.”
 
'Divê di destên me de daneyek jimarî hebe'
 
Îlaydayê wiha dawî lê anî: “Di komîsyonê de her wiha hat gotin ku ŞONÎM li 81 bajarî heye. Em der barê vê de daneyê nabînin, dema em dipirsin jî bersiv nayê dayîn. Divê navnîşana ŞONÎM’an veşartî be. Lê divê di destên me de daneyek jimarî hebe. Çend jinî şîdet dîtiye? Ji aliyê kê ve şîdet hat kirin? Li ku şîdet lê hat kirin? Daneya van pirsan tune ye. Ev peywira ŞONÎM’ê ye. Lê em xwe nagihînênê. Dema ku evqas pirsgirêk hebe em wateyê nadin ku çima evqas xweş tên vegotin. Dibêjin ku 2 mîlyon û 600 hezar pêkanîna KADES’ê hatiye daxistin. Lê em li welatekî 83 mîlyon dijîn. Tenê 2 mîlyon 600 çawa dibe. Nîvê serjimara vî welatî jin in.  Ev hejmar encamek çiqas baş e. Divê ev bê pirsîn. Bi xebatek kolektîf divê çareserî bê hilberandin. Çiqas nêrîna jinê hebe wê evqas çareserî û pêşketin hebe.”