 
				Ji bo Gultan Kişanak koma kampanyayê hat avakirin
- 13:04 7 Adar 2024
- Ramyarî
	NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan bi mebesta piştevaniyê bi namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak re, koma kampanyayê da destpêkirin. 
	Jinan, bi mebesta piştevaniya namzeta hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ku niha girtî ye, koma kampanyayê ava kir. 
	Li ser hesaba platforma medyaya dijîtal a X’ê bi navê “Gultan’la Ankara’ya, Kadınlar Dayanışmaya” hatiye vekirin de bi spota “#GültanKışanak: Çima ez bûm namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê?” dîmenek hate parvekirin. 
	Di dîmen de parastina Gultan Kişanak a dawî ya di Doza Kobanê de ji hêla lîstikvan Julîde Kural ve hat xwendin. Vîdo ji xebatên Kişanak ên di dema şaredartiyê de û çalakiyên tev li bûye hatiye amadekirin û sedema namzetbûna wê tê vegotin. 

 
				 
				 
				 
				 
				





