‘Em ê ji bo Rojîn Kabaîş daxwaza edaletê bidomînin’
- 18:12 31 Cotmeh 2025
- Rojane
	WAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew wê daxwaza ‘edaletê ji bo Rojinê’ bidomînin û got: “Em ê tu carî li dijî hişmendiya serdestiya mêran tawîzê nedin û têkoşînê berdewam bikin.”
	Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş li kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê tev li daxuyaniya ji bo Rojîn Kabaîşê bû. Nûnerên TJA, HDK, DBP, Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê beşdar bûn. Bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên demokratîk amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Kuştina jinan polîtîk e û Rojîn Kabaîş serhildana me ye” vekirin û dowîzên “jin jiyan azadî”, “ji bo Rojînê edalet” û “Çi bi serê Rojînê hat” hilgirtin.
	‘Em ê qebûl nekin’
	Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniyê de bertek nîşanî hewldana astengkirina daxuyaniyê da û got: “Hêz, dadgerî, wezaret û hikûmeta ku nekarîn Rojîn û Gulîstanê biparêzin, ji bo ku nahêlin ew li cihê Rojîn winda bû daxuyaniyê bidin. Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku ew vê zihniyeta baviksalar, zihniyeta mêr a dewletê şermezar kir û got: “Em vê yekê qebûl nakin. Yên ku nekarîn Rojînê biparêzin, îro ji bo protestokirina vê pirsgirêkê û parastina mafê jiyanê yê jinan barîkatan datînin. Em dest ji daxwaza xwe ya ‘çi bi serê Rojînê hat?’ bernadin û em ê tu carî bi hişmendiya serdestiya mêran a tundiyê û desthilatdariya mêr re tawîz nedin û em ê têkoşîna xwe ya li dijî wê bi awayê herî rêxistinkirî bidomînin.”
	‘Tiştek tê veşartin’
	Piştre Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş axivî û da zanîn ku tiştek tê veşartin û ew dê pirsên xwe yên derbarê mirina bigûman a Rojînê de berdewam bikin. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku divê rayedarên pêwendîdar bersiva van pirsê bidin û got: “Yên ku divê bersiva van pirsan bidin Wezareta Karên Hundir, Wezareta Dadê ne. Bê guman, di wê çarçoveyê de dezgeha lêpirsînê û miduriyeta polîsan a Wanê çi dike? Waliyê vî bajarî, rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê çi dike? Li şûna ku sedema mirina Rojîn Kabaîşê lêkolîn bikin, ew çi dikin? Ew astengiyan ji bo xwendekarên ku dixwazin protesto bikin, derdixînin û hewl didin ku nerazîbûna raya giştî bitepisînin. Bi sedan polîs ji bo pêşîgirtina li her bertek û çalakiyan dişînin, hewl didin ku pêşî li bihîstina vî dengî bigirin.”
	‘Rojînê xwe ne kuştiye’
	Piştî axaftinê, bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş, spasiya her kesê kir ku hevgirtin nîşan da û da zanîn ku têgihîştina xwekuştinê nerast e. Nîzamettîn Kabaîş, bal kişand ser ku rapora otopsiyê salek şûnda hatiye amadekirin û wiha got: “Ew rapor salek şûnda derketin. Ez meraq dikim çima ew li ser rewşa malbata wê, rewşa bavê wê, rewşa diya wê, rewşa xwişk û birayên wê, çi dikişînin napirsin. Kesî qet ji rayedaran nepirsiye. Dema ku dor tê ser zanîngehê, rektor, rê li ber meşa xwendekaran û rojnamevanan digire ku li ser bûyerê rapor bikin. Rojin xwe nekuştiye. Rapora duyemîn hat û DNAya cuda ya du mêran li ser laşê Rojin hat dîtin. Ev bi zelalî nîşan dide ku ev kuştin e.”
	Piştî axaftinan xwendekarên zanîngehê jî hatin cihê daxuyaniyê û bi Tulay Hatîmogûllari û Meral Beştaş re hevdîtin kirin û bi Nîzamettîn Kabaîş re axivîn.
	Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
				
 
				 
				 
				 
				 
				





