Tê xwestin Wargeha Mexmûrê bi têlan bê dorpêçkirin: Gel serî hildide
- 09:15 20 Gulan 2023
 - Rojane
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Iraqê hewl didin derdora Wargeha Penabaran a Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) bi têlan dorpêç bike. Lê belê şêniyên Mexmûrê li dijî vê yekê li berxwe didin. 
	Hikumeta Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Bi dehan wesayîtên zirxî li derdora wargehê girtine û dixwazin û derdora wê bi têlan dorpêç bikin. Li ser daxwaza hikûmeta Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî û bi sedan leşker tevî çek, kepçe, têlên ji bo dorpêçê şandine wargehê. 
	Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê; xelkê Wargehê li ber hewldana dorpêça leşkerên Iraqê rabû û ji biçûkan bigire heta kal û pîran nerazîbûna xwe nîşanî dorpêçê didin. 
				
				
				
				
				
				





