Li Hezexê wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
- 11:16 20 Gulan 2023
 - Rojane
 
	ŞIRNEX - Zaroka 7 salî R.B a li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê dema dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe, wesayît lê qelibî û birîndar bû.
	Li navçeya Hezexê ya Şirenxê zaroka 7 salî R.B. ku li xaçerêya li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê derbasî aliyê din ê rê bibe, wesayît lê qelibî. Gazî tîmên tenduristiyê hat kirin û zarokê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Piştî mudaxileya ewilî zarokê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya. Hat zanîn ku rewşa R.B. xedar e û li beşa nihêrîna awarte tê tedawîkirin. Hat diyarkirin ku şofêrê wesayîtê hatiye binçavkirin. 
	Welatiyan li cihê bûyerê ji ber tevdîr nayên girtin, demek dirêj rê li trafîkê girtin û protesto kirin. 
	Hefteya bihûrî jî li heman cihî wesayît li 2 zarokên xizmên hev qelibîbû û canê xwe ji dest dabûn. 

				
				
				
				
				





