Ji çalakiya Hefteya Windayan bang
- 16:01 20 Gulan 2023
 - Rojane
 
	ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê di çarçoveya Hefteya Windayan de 800 welatiyên aqûbeta wan ne diyar bi bîr anî û ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê.
	Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê di çarçoveya Hefteya Windayan de li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konakê daxuyanî da. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk û Parlamenterê Îzmîrê Îbrahîm Akin, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. ÎHD’ê bi rasthatina Hefteya Windayan ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêt behrê. 
	Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli daxuyanî da û xwest dawî li polîtîkaya nedîtina windayan û darizandin û cezakirina kujeran bê anîn û xwest dawî li polîtîkaya înkar, bêcezahiştinê û demboriyê bê anîn û demildest kujer bên darizandin. 
	Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 

				
				
				
				
				





