Li Selçukê jinek hat qetilkirin
- 21:06 20 Gulan 2023
 - Rojane
 
	ÎZMÎR - Li navçeya Selçuk a Îzmîrê jina bi navê Sevîm Çetîn ji aliyê neviyê xwe yê 15 salî ve hat qetilkirin.
	Li navçeya Selçuk a Îzmîrê di navbera jina bi navê Sevîm Çetîn (58) û neviyê wê yê 15 salî E.Ç û hevalê wî M.T.T (15) de ji ber dengê bilind yê muzîkê nîqaş derket. Zarokan tiştek li serê Sevîmê xistin û ji malê derketin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespîtkirin ku Sevîm Çetîn jiyana xwe ji dest daye. 
	Cenazeya Sevîmê ji bo otopsiye rakirin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.
	E.Ç û M.T.T yên hatin binçavkirin jî lêpirsîna wan ya li emniyetê didome.
				
				
				
				
				
				





