Polîsan êrîşê ciwanan kir
- 21:29 21 Gulan 2023
 - Rojane
 
	STENBOL - Polîsan êrîşê ciwanên ku li  perava Moda ya Kadikoyê govend digerin kir, gule reşand hewa û 4 ciwan bi derbkirinê binçavkirin.
	Li Perava Moda ya Kadikoy a Stenbolê ciwanan li ber muzîka Kurdî govend digerand û polîsan êrîş kir. Polîsan dest danîn ser hoparlora ciwanan û ciwanan bertek nîşan dan. Polîsan li ser vê gaza îsotê berdan ciwanan û bi dehan carî gule reşandin hewa. Piştre  ciwanên ji cihê bûyerê reviyan, polîsan da du û 4 ciwan biçavkirin.
	Ciwan di wesayîta polîsan de hatin derbkirin û welatiyên derdorê bertek nîşan da. Navê ciwanên ku hatin binçavkirin nehat hînbûn.
				
				
				
				
				
				





