Talîban îşkence li du mamosteyên jin kir
- 20:02 23 Gulan 2023
 - Cîhan
 
	NAVENDA NÛÇEYAN- Li Afganîstanê, Talîban îşkence li du mamosteyên jin kir.
	Li Afganîstanê Talîban ku rêveberî xist bin kontrola xwe êrîşên li hember jinan didomîne. Li bajarê Ataqah a eyaleta Bamyan, du mamosteyên jin Zahra Haîdarî û Şerîfe Rostamî yên li dibistana Dar el-Ulum mamostetî dikirin, ji aliyê endamên Talîban yên girêdayê wezareta perwerda Talîban ve hatin îşkencekirin.
				
				
				
				
				
				





