Yonca Akkaya li dijî her cure tundiyê li ber xwe da
- 09:03 4 Mijdar 2025
 - Rojane
 
	Elfazî Toral
	STENBOL - Yonca Akkaya, li cem diransaz dixebite, bal kişand ser cureyên şîdetê û got: "Divê jin li dijî her cûre tundiyê li ber xwe bide û xwe biparêz e." 
	Her ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî nêzîk dibe jinan li qadan wek her roj daxwazên mafê xwe dikin. Li Tirkiye û Kurdistanê jin bi her cure tundiya mêr-dewletê re rû bi rû dimînin. Tundî li malê, li kargehê û li korîdorên dadgehan berdewam dike. Li dijî her cure tundiyê jinan li ber xwe bidin û ji xwe re jiyaneke nû ava dikin. 
	Yonca Akkaya Stenbolê dijî û li cem diransazekî dixebite. Li dijî tundiya fîzîkî, aborî û psîkolojîk a ku di tevahiya zewaca xwe de kişandiye, bi têkoşîna xwe bûye mînakek.
	Yonca Akkaya têkildarê jiyana xwe û têkoşîna xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
	Yonca Akkaya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser cureyên tundiyê û got: "Ez ji Samsunê me û nêzîkî 15-16 salan e li Stenbolê me. Ez alîkara diransaz im û du zarokên min hene. Ez nafikirim ku tundiya li ser jinan tenê fîzîkî ye. Ez yek ji wan kesan im 
ku ew tecrûbe kiriye. Tundiya psîkolojîk kêmbûna baweriya bi xwe diafirîne. Gelek cureyên tundiyê hene - psîkolojîk, fîzîkî û aborî. Her cûre şîdet ji bo tepisandina jinê tê bikar anîn. Mixabin, îro jin hene ku her cûre tundiyê tecrûbe dikin. Hin jin tundiya ku ew tecrûbe dikin ji derve derdixin, hinên din jî bi tevahî qebûl dikin û diçin pêş. Ev pir xemgîn e. Xwezî hemû jin bikaribin dengê xwe bidin bihîstin û xwezî dewlet piştgiriya xwe ji bo jinan nîşan bida."
	Tundiya derûnî
	Yonca Akkaya wiha behsa jiyana xwe dike: "Ez rastî her cure tundiyê hatim. Dema ku ez nû zewicîm, rastî tundiya fîzîkî hatim. Paşê, rastî tundiya aborî û derûnî hatim. Tundiya derûnî tiştê ku herî zêde min aciz dikir bû. Lê li şûna ku ez vê hemû tundiyê tehemûl bikim û li bendê bimînim, ez li benda dema rast mam. Ji ber ku ez ne layiqê vê şîdetê bûm. Mafê wî tunebû ku vê yekê bi min bike. Min biryarek da, ez ê nehêlim kes min biperçiqîne. Tu zilam nikare li hember min tundiyê bike. Di çavên mêran de, em xizmetkarên malê ne, yên ku çay tînin, çêdikin, paqij dikin û lênêrîna zarokan dikin. Ew naxwazin em derkevin derve an civakî bibin. Lê min ev red kir. Jiyanek min heye. Nêzîkî neh meh berê em ji hev veqetiyan."
	'Di navbera jin û mêran de wekhevî divê'
	Yonca Akkaya, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha bi lêv kir: "Min heta dawiyê têkoşîna da. Ez dixwazim hemû jin jî têbikoşin. Divê mirov netirse û pêwiste em wêrek bin. Ji bilî jiyana xwe tiştek ji me re tune ku em bidin. Gelek kes bi vî rengî nêzî me dibin ji ber ku ew difikirin ku em ji vê yekê ditirsin. Hevalên me yên jin li ber çavên me têne kuştin. Çareseriya tundiyê cezayê heta hetayî ye. Ez nafikirim ku dadwerî di vê mijarê de jêhatî ye. Dema ku ez serî li dadgehan didim, ew fermanên qedexeyê didin, lê ewlehiya me ya jiyanê tune. Divê her jinek ku rastî tundiyê tê pir baldar be û ji bo parastina xwe tedbîran bigire. Divê em rêya xwe bi xwe vekin û berdewam bikin. Dewleta me ewlehiya têr peyda nake. Jin nikarin derkevin derve.  Divê her kes bi wijdan be. Divê wekheviya di navbera jin û mêran de were naskirin."

				
				
				
				
				





