'Heta Serokê me azad bibe dê têkoşîna me bidome'

  • 09:04 9 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
AMED-  Xizmên girtiyan ku di çarçoveya kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’,  Nobetên Edeletê dabûn destpêkirin û çalakiya xwe anîn qonaxek nû ku li ber girtîgehan bi dirûşmeya ‘deng bidin azadiyê’ didomînin, di çalakiyê de axivîn û gotin: “Heta Serokê me azad bibe dê têkoşîna me bidome.”  Çalakgeran her wiha banga tevlibû çalakiyê li hemû aliyên civakê jî kirin.
 
Girtiyên siyasî bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ di 27’ê Mijdara 2023’an de dest bi greva birçîbûnê ya bidem-dorveger kiribûn. Girtiyan di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe anîn qonaxek nû bi nederketina hevdîtinên malbat, bi telefonê, derneketina hevdîtina parêzeran çalakiyên xwe didomînin. Ligel vê xizmên girtiyan jî 5 meh bûn Nobeta Edeletê dimeşandin. Xizmên girtiyan piştî biryara veguhertina çalakiya girtiyan, di 6’ê Gulanê de li ber girtîgehan bi dirûşmeya ‘deng bidin azadiyê’ çalakî dan destpêkirin.
 
Xizmên girtiyan der barê çalakiyê de axivîn û her wiha banga hestiariyê li hemû kesî kirin.
 
‘Yekane armanca me azadiya Serokatiyê ye’
 
Çalakgera Nobeta Edeletê Meryem Soylu axivî û daxuyakirin ku yekane armanca wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ez silav û hezkirinên xwe ji bo gel û xebatkarên çapemeniyê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê têdikoşin re dişînim. Me çalakiya xwe ya nobeta edeletê veguherand qonekxekenû û armanca çalakiyên me azadiya Birêz Abdullah Ocalan e.  Divê ev bê zanîn ku heta Birêz Ocalan azad nebe wê çalakiyên me bidomin.”
 
‘Em ê çalakiyên xwe bidawî nekin’ 
 
Nazmiye Boltan jî destnîşan kir ku ji ber tecrîda heyî dest bi nobeta edeletê kirine û wiha pê de çû: “Tecrîda li ser serokatiya me îro li hemû girtîgehan belav bûye. Em dizanin ku dema tecrîd rabe wê tecrîda li ser zarokên me jî rabe. Niha dernakevin hevdîtina rûbirû, ya bi telefonê û ya parêzeran û mafê xwe yê hevdîtin boykot dikin. Heta ev tecrîd ranebe wê çalakiya me bidome. Sala borî ji bo girtiyên nexweş bên berdan me salek û 3 mehan çalakiya nobetê pêk anî. Lê me encamek negirt. Ji bo tecrîd bidawî bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
 
‘Ji azadiya Birêz Ocalan ditirsin’
 
Afîfe Kartal jî daxuyand ku nêzî 5 meh berê ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe dest bi nobeta edeletê kirine û wiha bi lêv kir: “Lê tu gav nehat avêtin. Azadiya Birêz Ocalan azadiya zarokên me ye. Divê dewlet di vî alî de gavê bavêje. Ji azadiya Birêz Ocalan ditirsin. Ji ber vê gavek wisa navêjin.Azadiya Abdullah Ocalan, tê wateya bidawîbûna şer, tê wateya aştî û azadiyê. Em jiyanek aştiyane dixwazin. Gelê me çawa xwedî li Amed Sporê derket bila xwedî li serokatiya xwe jî derkeve.”
 
‘Serokatiya me azad bibe wê her der geş bibe’ 
 
Çalakgera Nobeta Edeletê Aklîme Hanas jî ev nirxandin kir: “Tecrîd ne tenê li girtîgehan li her derê heye. Ev demek bû me nobeta edeletê digirt. Niha jî em çalakiya xwe li derve dimeşînin. Heta serokatiya me azad bibe em ê têbikoşin. Em ê nesekinin. Armanca me azadiya fîzîkî ya serokatiyê ye.Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya bidawîbûna şer.”
 
‘Kêr gihişt hestî’
 
Remziye Alan jî şertên tecrîdê şermezar kir û wiha vegot: “Zarokên me 5 mehan di grevê de man. Ev meheke jî hevdîtinan boykot dikin. Em tu agahiyê ji wan nagirin. Gav neyê avêtin wê çalakiya me derkeve asta jor. Kêr gihiştiye hetî. Me ji bo azadiya serokatiya xwe her tişt daye ber çavan.”
 
‘Divê em bi hev re berxwe bidin’
 
Nezahat Suer jî wiha nêrîna xwe bi lêv kir: “Em ê çalakiya xwe ji vir şûnde li ber girtîgehê bidomînin. Li girtîgehan tundî û zext heye. Ji bo ev bidawî bin em têkoşinê didin. Em ê berxwedna xwe bidomînin. Werin em dest bidin hev û bi hev re vê zext û zilmê bidawî bikin.”