Jiyana xwe bi têkoşînê guhert

  • 09:12 2 Adar 2024
  • Jiyan
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Dema ku em ber bi 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ve diçûn, me li çîroka jiyana Remziye Odungit guhdarî kir. Remziye got, “Ger mirov dest bi têkoşînê bike, di jiyana mirov de her tişt diguhere. Jin bi têkoşînê ji zilm û zordariyê xilas dibin."
 
Têkoşîna jinê ya li dijî pergala serdest a mêr ku bi hezaran sal in didome, bi taybetî di sedsalên dawî de bi rêxistin bûye û sînor derbas kirine. Têkoşîna jinan a li derdora felsefeya 'Jin jiyan azadî'  mezin dibe, mohra xwe li sedsala 21'an dide û doza azadiyê dike. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê re me xwest ku em balê bikişînin ser jiyana jinên ku li ser bingeha têkoşîna azadiyê jiyana xwe bi berxwedanê didomînin. Em bi mîkrefonê li çîroka jiyan û têkoşîna Remziye Odungit a 71 salî û 44 sal in têdikoşe guhdar kir.
 
Li dijî zilmê koçî Amedê kirin
 
Remziye ya 71 salî ku li gundê Dercal ê Hezroyê ji dayik bûye û mezin bûye, diyar kir ku ji ber ew zaroka herî mezin a malbata xwe ye, hemû karên jiyanê yên weke şivantî û karên malê kirine. Remziye ya ku di 16 saliya xwe de zewiciye diyar kir ku 13 zarokên wê çêbûne û 2 jê mirine. Remziye diyar kir ku di hemû jiyana xwe de rastî zilma dewletê hatine û got, “Berê carekê avêtin ser mala me. Hemû tiştên me şikandin. Rojekê du xizmên me çûn Farqînê û li wir pevçûn derket. Ez, hevjînê xwe û xesûya xwe ji bo wan çûn Farqînê, lê em binçav kirin. Serê sibê saet di 05:00 de binçav kirin û danê êvarê saet 17:00 de serbest berdan. Wê demê kurê min Rêber tenê 3 mehî bû û min ew li malê hişt. Reber tevahiya şevê giriyabû». Dewletê destê xwe ji ser me hilneda. Hevjîn û zarokên min binçav dikirin. Hevjînê min tehdît dikirin. Em jî di salên 90’î de koçberî Amedê bûn. "Em 11 salan li wir man û piştre em vegeriyan gund."
 
Li dijî zilma dewletê di DEHAP, HDP û DEM Partiyê de têkoşiya
 
Remziye anî ziman ku kurê wê Çekdar di 16 saliya xwe de hat girtin û piştî 5 mehan di girtîgehê de ma hat berdan, lê kurê wê Rêber di sala 2013’an de li dijî zextan tevlî PKK’ê bû û wiha got: “Piştre keça jî xwe negirt  di 2014'an de û çû cem wî.  Kur û keça min her du jî şehîd ketin. Keça min hevala min bû. Kurê min Çekdar jî dîsa hat girtin û 11 sal in girtî ye." Remziye tevlibûna xwe ya nava partiyê jî axivî û got ku kurê wê rêber beriya tevli tevgerê bibe xwestiye wê bike endama partiyê û wiha got, “Min di sala 2011’an de li DEHAP’ê qeyda min çêkir û 12 salan xebitîm. Min 6 salan di rêveberiyê de cih girt û 6 salan jî hevserokatiya navçeyê kir. Ez di nav DEHAP, HDP û herî dawî jî niha DEM Partiyê de me. Ez hê jî dixebitim. “Hemû xebatên min li dijî zilma dewletê ne."
 
'Her ku tê bîra min ez di nava têkoşînê de me'
 
Remziye diyar kir ku jiyana wê bi têkoşînê derbas bûye û wiha dirêjî da axafitina xwe:“Ez ji 27 saliya xwe ve têdikoşim. Ez ji aliyekî ve têdikoşim û ji aliyê din ve jî sewalkariyê dikim. Ez her ku tê bîra min di nava vê têkoşînê de bûm, ez ketim nava vê têkoşînê. Ez ketim partiyê, min zanî ez ji bo çi me. Di heyama ewil a zewaca xwe de ji aliyê mêrê xwe ve gelek zilm li min hat kirin, lê dema min dest bi têkoşînê kir, hevjînê min êdî nikaribû tiştekî li min bike. Ji bo piştgiriyê bidim çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di sala 2019’an de ez tevli çalakiyan bûm. Min her tişt kir. Zarokên min jî ji têkoşîna min bandor bûn. Ger mirov dest bi têkoşînê bike, di jiyana mirov  de her tişt diguhere. Jin bi têkoşînê ji bindestî û zilmê dikarin xilas bin. Ez dixwazim hemû jin xwe nas bikin û mafên xwe biparêzin. Ger jin hişyar bibin, dikarin li dijî zilma ku li wan tê kirin, li ber xwe bidin.”
 
Bi laçika xwe ya kesk sor û zer dixebite...
 
Remziye ya ku bi laçika xwe ya kesk sor û zer di nava çalakiyan de cih digire  wiha dawî li axaftina xwe anî, "Zarokên min her ji min re digotin 'hertişt ji bo te ye'. Ez jî hem ji bo xwe û hem jî ji bo zarokên xwe têkoşînê didim . Aştiyê dixwazim. Bila her kes li gel zarokên xwe be û bi hev re bin. Hata dawiya jiyana xwe ez ê têkoşîna xwe bidomînim."