Çeteleya tundiyê ya meha Sibatê: 39 jin hatin qetilkirin

  • 10:53 6 Adar 2024
  • Çeteleya Tundîyê
 
 
Yeşim Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Sibatê 39 jin hatine qetilkirin û 15 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber gotinên îqtîdarê û polîtîkayên bêcezahiştinê yên darazê şîdeta li ser jinan her roj zêde dibe. Daneyên tundyê yên li ber testên me tenê yên ku di çapemeniyê de hatine eşkerekirinin. Lê yên ku nehatine dîtin jî hene û ev  jî bîlanoçoyê girantir dike. Li gel têkoşîna jinan a "Edaletê" bêcezahiştina kiryaran a ji aliyê darazê ve jî dewam dike. 
 
Piştî 19 salan rastî derket holê
 
Li Eskîşehira ku polîtîkayên bêcezkirinê dewam dikin û kiryarên kuşitinên jinan di nava civakê de digerin, li Sîvrîhîsarê berî bi 19 salan Cansu Sler a 9 salî ku hat îdakirin "întîhar kiriye" derket holê ku ji aliyê bavê xwe ve hatiye qetilkirin. 
 
Li gorî daneyên ku ajansa me berhev kirine, di meha Sibatê de 39 jin hatine qetilkirin û 15 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di vê mehê de herî zêde jin ji aliyê mêrên ku ji hev veqetiyane hatine qetilkirin.
 
Bajarê ku herî zêde jin di meha Sibatê de lê hatine qetilkirin Stenbol e
 
Li Stenbolê 10, li Artvînê 1, li Enqereyê 2, li Aydinê 1, li Sakaryayê 3, li Edîrneyê 1, li Samsûnê 2, li Bursa 3, li Bartînê 1, li Xarpêtê 1, li Hatayê 1, li Burdur 1, li Dîlokê 1 Li Dûzceyê 2, li Edeneyê 1, li Rihayê 1, li Antalyayê 1, li Amedê 1, li Denizliyê 1, li Çanakkale 1, li Îzmîrê 1, li Erziromê 1 û li Manîsayê jî 1 jin hatine qetilkirin.  
 
Jin bi piranî ji aliyê mêrên ku jiwan qetiyane ve  hatine qetilkirin
 
Ji jinên hatine qetilkirin 9 jin ji aliyê mêrê ku ji wan veqetiyane, 6 ji aliyê mêrê ku nas dikirin, 6 ji aliyê mêrê ku bi wan  re di nava têkiliyan de bûne, 8 ji aliyê mêrê ku bi wan re zewicîbûn, 6 ji aliyê kurê xwe ve, 3 ji aliyê bavê xwe ve yek jî ji aliyê mêrê ku bi hev re di pêvajoya hevberdanê de bûn.