Parêzerê kiryarê tecawizê : Jin çima neqêriya?

  • 16:13 26 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
 
WAN – 2'yemîn danîşîna doza cerdevan Bîşar Atli yê ku tecawizê M.Ş. kir hat dîtin. Parêzerê kiryarê tecawizê bi gotina “Jinê çima nekir qêrîn?” parastin kir. 
 
Li gundekê navçeya Elbak a Wanê cerdewamênê bi navê Bişar Atli ku tecawizê M.Ş. kir, bi sûcê “Êrişa zayendî” 2’yemîn danişîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Kiryar û parêzerê wî ku di danişînê de amade bûn, parêzerê M.Ş jî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Her wiha Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a STAR'ê jî wek temaşevan di danişînê de cih girtin. 
 
Piştî tesbîtkirina nasnameyê, 2 şahidên ku leşkerin û tevlî danişînê nebûn, biryara anînê ya bi zorê hat derxistin. Piştre parêzerê M.Ş Hadî Cîn axivî û diyar kir ku divê delîlên kêm bên berhevkirin û xwest biryara girtinê ya kiryar berdewam bike.
 
Piştre jî kiryar, îfadeyên xwe yên rûniştina berê dubare kir. Parêzerê kiryar jî îdia kir ku tu revandin û tecawiz tune ye û bi gotina, “Eger jin hatibe revandin çima bertek nîşan nedaye û qîr nekiriye” ve tecawizê rewa kir.
 
Parêzerê kiryar ji aliyê din ve bal kişand ser vê yekê ku kesên weke şahid hatine ragihandin jî dê heman tiştan îfade bikin. Parêzerê kiryar berdewamiyê de bi van gotinan parastinê kir: “Kes nehatiye revandin, bi hev re revîne. Ji ber vê yekê, girtina muwekîlê di rewşeke ku bi razîbûna du kesan pêk tê de ne hiqûqî ye. Dema girtina muwekîlê min li ber çavan bê girtin û em daxwaza tahliya wî dikin.” 
 
Dozgerê dadgehê ji bo biryarê got ku, "Gotin a dadgehê ye.” Piştre jî parêzer Hadî Cîn dîsa mafê axaftinê girt û bal kişand ser gotinên nakokî yên beriya niha yên kiryar, destnîşan kir ku hem sûcên destavêtin û hem jî sûcên revandinê hatine îspatkirin û daxwaza berdewamiya girtina kiryar kir.
 
Dadgehê, derbarê kiryar de biryara berdewamiya girtinê da û danişînê taloqê 30’ê Gulanê kir.