Dîwarên Amedê çi dibêjin

  • 09:06 5 Gulan 2024
  • Çand û Huner
Gulistan Gulmuş
 
AMED - Hunermenda grafîtî Neşe Toprak da zanîn ku li Amedê ji bo nasnameya jina Kurd, çand û huner derkeve pêş grafîtî dikin û got nivîs û xêzên li ser dîwarên Amedê  rêbazek serhildanek li dijî pergalê ye. 
 
Li Amedê hema hema li hemû kolanan nivîs û xêzên li ser dîwaran hene. Bi taybet li Sûr û Rezanê pir zêde tên dîtin. Ev xêz çi vedibêjin?binpêkirinên mafan, qetilkirin, şer û xizaniya bi krîza aboriyê re pêş ketiye… Ji ber bêhevîtiyê destberdanek heye. Li bajarê ku ji tiştên dîrokî re bûye war, di alî çand û muzikê de jî cihekî girîng digire. Li ser dîwarên ku ji berxwedan, serhildan, gotinên nayên jibîrkirin û portreyan re hembêza xwe vekiriye, hunerek tê kirin.
 
Yek ji jinên ku bi salane grafîtî dike Neşe Toprak e. Neşe armanc dike ku bi nasnameya jina Kurd çand û hunera Kurd neyê jibîrkirin. Neşe derbarê girîngiya hunera grafîtî û li ser dîwarên Amedê çi tên vegotin axivî.
 
Wek hunereke li dijî pergalê grafîtî
 
Neşeyê behsa hunera grafîtî çawa pêş ketiye kir û wiha got: “Huner bi jiyanê re nav hev de ye. Hunera grafîtî piştî 2000’î şûnde populer bû. Lê esasa wê xwe dispêre wêneyên şikeftan. Grafîtî di qada cemaweriyê de jî hunereke li dîwaran tê kirinê ye. Grafîtî xebatên ku peyamên civakî dide ye.”
 
‘Me xebatên ku çanda me dide xuyakirin kir’
 
Neşeyê bal kişand ser armanca grafîtîyê û wiha dirêjî dayê: “Armanca me ya grafîtî ev e ku çand û nasnameya Kurd neyê jibîrkirin. Armanca me em gelê xwe bi bîr û baweriyê bikin hewldanê. Grafîtî rewşa hestan a xwe dide xuyakirinê ye. Em vê ji nivîsê dîwaran dikarin bibînin. Di 2019’an de me 4 hevalên jin xebatên grafîtî kir. Me bi nasnameya jinê hewl da em çanda xwe bidin jiyîn. Me nivîsên li ser dîwaran ên dijûnên nîjadperest wek bertek û serhildan veguhert û xebatên xwe meşand. Polîtîkayên asîmîlasyonê didomin. Di 2016’an de bi qeyûman re ev rewş derket asta herî jor. Di pêvajoya ku hewldana tunekirina derketibû asta jor, me jî xebatên grafîtî kir û me hewl da em gel û ciwanên xwe bi bîr û baweriyê re bînin gel hev. Bertekên gel pir xweş bûn.”
 
‘Huner çekek xurt e’
 
Neşeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku xebata li Amedê dikin di esasa têkoşîna jinê de dikin û wiha dirêjî dayê: “Huner ji jiyanê qut nabe. Em li dijî bikaranîna hişbirê têkoşînê didin. Di heman demê de em li dijî tundiya li ser jinê li dijî helwesta zayendperest têdikoşin. Em berxwedana jinê derdixin pêş. Em vê bi zimanê hunerê bi serhildan û bertekan tînin ziman. Xebatên terza getto tên kirin û di şevekê de hunera grafîtî wek bertek hatiye kirin. Ev ji aliyê kesên jîr û ‘lehengên veşarî’ ve tê kirin. Divê ji bo van kesan piştgirî bê dayîn. Huner çekek pir xurt e. Ji bo hestek, serhildanek, mijarek bê vegotin hunera grafîtî heye.”
 
'Amed xwedî hestên kûr û bi kok e'
 
Neşeyê da zanîn xweşikahiyên Amedê hene û wiha dawî lê anî: “Ez di çarçoveya porojeyekê de li kolanên Amedê geriyam. Li her derê bajar nivîs hene.  Amed xwedî hestên kûr û bi kok e. Piştî 2015’an şûnde nivîsên li ser dîwaran hatine nivîsîn jî bandorek mezin li ser mirovan dike. Xweşikahiyên Amedê hene û vê bi civakê hîskirin û ji nûve zindîkirin hêzê dide. Heta ku em bi hêza başkirinê ya hunerê bawer bikin wê hunera grafîtî jî pêş bikeve.”