‘Em ê tu bêhiqûqiyê qebûl nekin’

  • 09:02 13 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Elfazi Toral-Rojda Aydin
 
WAN - Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Ayten Kiran, diyar kir ku DEM Partiyê bi berxwedana Gelê Kurd re serkeftina şoreşgerî ya li Wanê ava kiriye û wiha got: “Bi sedan welatiyên ku daxwaza vîna xwe kirin, dema ku di çalakiyê de mafên xwe yên desteserkirî parastin, bi tundiya polîsan rû bi rû man. Hesabê vê bêhiqûqiyê wê bê pirsîn. Em ê tu bêhiqûqiyê qebûl nekin.”
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji 14 şaredariyan her 14 şaredarî bi dest xistibû û li Wanê bi serkeftineke mezin di dîrokê de cihê xwe girt. Li ser vîna Gelê Kurd a ku bi serkeftineke mezin hilgirt ser sindoqan, AKP’ê xwest mafên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan paşde bigire û mazbataya wî bide namzetê AKP'ê yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullahat Arvas. Li ser vê yekê gelê Wanê ev yek qebûl nekir û berxwedaneke dîrokî nîşan da. Gelê Kurd bi berxwedaneke mezin li hemû tax û kolanan bi taybet li navenda bajarê Wanê şoreşeke dîrokî afirand. Li pişt vê biryarê bi taybet li gelên Wanê, Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên cîhanê çalakî û nerazîbûnên xwe anîn ziman û 2 rojan berdewam kir. Dema berxwedan ber bi şoreşeke mezin ve diçû, di çalakiyê de bi sedan welatî bi tundiya polîsan rû bi rû man. Polîsan bi sedan welatî îşkence kirin û li gelek kesî dan û binçav kirin. Di dema êrîşan de polîsan kapsulên gaza îsotê yên demên wan derbas bûne û av bi kar anî. Tevî hemû êrîşên polîsan jî gelê Wanê xwedî li vîna xwe derket û berxwedana xwe domand û bi ser ket.
 
Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Ayten Kiran, bêhiqûqî û binpêkirinên mafan ên piştî hilbijartinên herêmî yên li Wanê pêk hatin, ji JINNEWS’ê re nirxand.
 
‘Binçavkirinên derqanûnî bûn’
 
Ayten, di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku partiya ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê bi ser ket DEM Partî ye û got, “Piştî ku Abdullah Zeydan bi ser ket, gel bi coş bûn.” Ayten got, “Lê mixabin sibeha roja duşemê mafên Abdullah Zeydan nehatin dayîn û mazbataya wî dan Abdullah Arvas ê AKP’yî ” û anî ziman ku gelê Wanê ev yek qebûl nekiriye. Ayten, destnîşan kir ku Gelê Kurd bi taybetî gelê Wanê 8 sal in di bin desthilatdariya qeyûman de ye û wiha domand: “Gelek zordestî li vî gelî hatin kirin. Gel fikirî ku divê li hemberî vê zilmê berxwedanê nîşan bide û gelekî baş li ber xwe da. Heta ku paşde gav dan êvêtin.” Ayten, diyar kir ku Gelê Kurd di vê berxwedanê de bi hêzeke mezin û bê hevseng re rû bi rû maye û wiha pê de çû: “Me weke ÎHD'ê di vî warî de çavdêriyên xwe kirin. Di van berxwedanan de hêzeke bê hevseng li dijî gel hat bikaranîn, dibe ku li Tirkiyeyê zêde gaza bîberê nehatiye bikaranîn lê li vir hat bikaranîn, guleyên plastîk hatin bikaranîn û mirov birîndar bûn. Binçavkirinên derqanûnî bûn. Walîtiya Wanê weke her carê qedexeya 15 rojan a xwepêşandan û çalakiyan îlan kir. Ew wisa fikirîn ku; ‘Eger em biryara qedexekirina vê çalakiyê bikin, êdî ev gel dernakevin derve û em ê desteserkirina vîna gel bidomînin’, lê ev pêk nehat.”
 
‘Ji bo Kurdan serkeftineke mezin e’
 
 
Ayten, diyar kir ku gelê Wanê tevî hemû êrîşên hikûmeta AKP’ê jî paşve gav neavêtiye û got, “Gelê Kurd guh neda van qedexeyan.” Ayten, da zanîn ku gelê Wanê 3 roj bi şev û roj berxwedana xwe nîşan dan û wiha axivî: “Wanê xwe spart vê biryardariyê û serkeftin bi dest xist. Ev ji bo kurdan serkeftineke mezin e. Li Tirkiyeyê mafên kurdan her tim tên desteserkirin. Dema ku qeyûmên yekem hatin tayînkirin, wan rêyên qanûnî ceribandin. Her carê bi tayînkirina qeyûman vîna gel tê xespkirin. Xwestin dîsa heman tiştî bikin. Hesabê ‘em ê bi her awayî careke din bigirin û ew ê nikaribin dengê xwe bilind bikin’ kirin. Lê vê carê ne wisa bû. Divê êdî ev gel hebûna xwe ispat bike. Vê berxwedanê hem li Tirkiyeyê hem jî li cihanê bandorek mezin kir.”
 
‘Hesabê vê bêhiqûqî wê bê pirsîn’
 
 
Ayten, bal kişand ku gelê Wanê di hilbijartinên herêmî de ji 14’an 14 bi dest xist û got, “Ev serkeftineke mezin e” û diyar kir ku ev yek ji bo hemû gelan bi taybet Gelê Kurd bûye çavkaniya îlhamê. Ayten, der barê welatiyên ku di çalakiyan de ji aliyê polîsan ve tundî dîtin ev tişt anî ziman: “Weke endamek ÎHD’ê ez dikarim vê bibêjim; li qadê rewşên ku me dişopandin hebûn. Me rapora xwe ya çavdêriyê amade kir û bi raya giştî re parve kir. Û bi vê yekê re gelek gilî li ÎHD, OHD û Baroya Wanê hatin kirin. Kesên dest û lingên wan şikestî bûn hebûn. Mafê gelek welatiyan hat binpêkirin. Welatiyên ku bi tundiya polîsan re rû bi rû mane em ê bi wan re eleqeder bin. Wê demê karê me bi dawî nabe. Em ê bi raporên xwe re rapora çavdêriyê ya berfireh biweşînin. Piştî raporên çavdêriyê dê pêvajoyên qanûnî dest pê bikin. Helbet ji van kiryarên derqanûnî yên li hemberî gel tên kirin, wê hesab bê pirsîn.”
 
‘Kapsulên gazê yên ku hatine bikaranîn bi bêhna vanîlyayê bûn’
 
 
Ayten, bi lêv kir ku di çalakiyan de fîşekên gaza îsotê yên ku dema wan derbas bûye hatine bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bandorên wê yên pir bi şewat hebû. Dema em çûn çavdêriyê, mixabin fîşekek gaza îsotê li ber lingên me ket. Me jî yek ji wan kapsulan girt. Me ev hemû bêhiqûqî kişand. Helbet em ê vê bidin rêxistinên mafên mirovan. Yekem kapsulên gazê yên ku hatine bikaranîn bi bêhna vanîlyayê bûn. Ew yekem tiştê ku hat bîra min; ew gaza bêhna sêvê ku di tunekirina kurdan de hat bikaranîn anî bîra min. Niha her cure gaz tê bikaranîn û her kes dizane ku ev ne hiqûqî ye.”
 
Zarok bi tundiya polîsan re rû bi rû man!
 
Ayten, bal kişand ku desthilatdariya AKP’ê di hilbijartinan de têk çûye û wiha dom kir: “Desthilatdarî ku winda kir îro rasterast bû sedem ku êrîşkar bibin û hêzeke bê hevseng bi kar bînin. Vê yekê hêz bi bandortir kir. Tiştên ku min şahidî kirin jî tundiya devkî, dijûn û tundiya fizîkî bû. Tişta ku min dît, di roja xwepêşandanê de 6 zarok dema diçûn dibistanê lêdan xwarin. Û zarokan xwe spartin komeleya me. Ev zarokên keç nîv rojê di komeleya me de man û ji tirsê bê deng man. Em neçar man ku wan zarokan bibin malên wan û teslîmî malbatên wan bikin. Yanî zarokek bêyî ku sûc bike şîdeta polîsan dît.”
 
‘Em ê tu bêhiqûqiyê qebûl nekin’
 
Ayten, anî ziman ku di nav ava zextê  de madde hebûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez yek ji wan kesên ku bi vê yekê re rû bi rû mabûm. Mîna ku bi sedan derzî di pişta min de asê mabûn. Di avê de gaz jî hebû. Ne avek paqij bû. Kesên ji heft salî heta heftê salî bi tundiya dewletê re rû bi rû man. Tu cudahî nekirin navbera temenê kesan. Her kesê ku di rê de derbas dibû, çi ciwan çi pîr, çi zarok û çi jin heman tundî li wan dihat kirin. Êdî neçar man ku paşde gav bavêjin. Gel li wê derê bersiva xwe da. Ji xwe di sindoqan de bersiva xwe dabû. Di dema berxwedanê de jî ev yek nîşan dan. Ev tê wê wateyê ku pêvajoyeke nû ji bo kurdan pêwîst e. Pêvajoyeke ku diviya dest pê bike bû. Niha divê her kes rûnê û bifikire. Bi sedsalan e ku em bi vê yekê re rû bi rû mane, lê diviyabû em ji cihekî dest pê bikin. Ew roj ev roj e.  Gelê Kurd wê berxwedana xwe bi vî rengî bidomîne. Êdî luksa me tune ye ku em tu neheqî û bêhiqûqiyê qebûl bikin. Ji ber vê yekê divê her kes rûnê û bifikire.”