Di mîhrîcana şanoyê de 4 parçeyên Kurdistanê hatin gel hev

  • 09:03 29 Nîsan 2024
  • Çand û Huner
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Ji aliyê Şanoya Bajar a Amedê ve bi dirûşmeya "Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe" 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê pêk hat û bidawî bû. Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Berfîn Emektar got: “Ji her çar parçeyê Kurdistanê tevlibûn çêbû. Di vî alî de xwebûn û yekbûn mijara gotinê bû.”
 
Ji aliyê Şanoya Bajar a Amedê ve bi dirûşmeya "Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe" 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê hat organîzkirin û di 27’ê Nîsanê de bi dawî bû. Mîhrîcan 10 rojan berdewam kir. 14 yên kurdî 4 jî tirkî lîstinên şanoyê hatin lîstin. Vekirina mîhrîcanê bi lîstikên Omkên Şanoyê ya Yenî Sahne û Şermola hatin kirin. 
 
Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Berfîn Emektar axivî û da zanîn ku wê her sal bi hezkiriyên şanoyê re bên gel hev.
 
‘Her tiştê bi kurdî tê kirin girîng e’
 
Berfînê balkişand ser girîngiya şanoya kurdî û daxuyakirin ku kurdî ne tenê di şanoyê de, li her derê girîng e û wiha dirêjî dayê: “Zimanê Kurdî bi asîmîleyê hewl tê dayîn bê tunekirin. Zimanê kurdî qedexeye, ne zimanê perwerdê ye û ji rayagiştî re ne vekiriye. Ji ber vê her tiştê bi kurdî bê kirin girîng e. Ne di alî şanoyê de divê li her derê wisa be.”
 
‘Di mîhrîcanê de hezkirina Kurdî hebû’
 
Berfînê ev tişt anî ziman: “Bi lîstik û semîneran tije tije derbas bû. Me armanc kir ku ji her çar alî Kurdistanê kurd û gel bên gel hev. Gel nirxê dide mîhrîcanê. Lîstikanan şîrove û rexneyên xwe kirin. Vê kêfeke mezin da me. Em dixwazin lîstikên me bigihêjin pir kesî. Hêvîdarim em gihitşine armanca xwe. Di mîhrîcanê de hezkirina kurdî hebû. 18 kom tevli mîhrîcanê bûn. 14 kurd 4 jî tirk bûn. 24 lîstik hatin lîstin. 6 semîner hatin lidarxistin. Ji her çar alî Kurdistanê kes tevli bûn. Em gihiştin armanca xwe. Em ê her sal derkevin pêşberî hezkiriyên xwe. Em ê bi hev re şîrove û rexneyan bikin.”