Çeteleya Tundiyê ya meha Adarê: 24 jin hatin qetilkirin

  • 09:03 8 Nîsan 2024
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha Adarê de 24 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 24 jin û 2 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Piştî ku Peymana Stenbolê  hat betalkirin, jin herî zêde ji aliyê mêrên ku bi wan re hatine zewicandin ve tên qetilkirin. Polîtîkayên bêcezakirinê yên darazê dibin sedem ku her roj sûcên nû li dijî jinan bên kirin. Ji van sûcan hinek di çapemeniyê de tên dîtin lê yên ku nayên dîtin zêdetirin.  
 
Li gorî daneyên ku ajansa me berhev kirine, di meha Adarê de 24 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 24 jin û 2 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Herî zêde jin li Stenbolê hatine qetilkirin
 
Li Kütahyayê 1, Enqere 1, Mugla 1, Mersîn 2, Bedlîs 1, Îzmîr 1, Edene 1, Stenbol 8, Erzirom2, Êlih 1, Kocaeli 1, Dîlok 1, Amed 1 Çanakkale 1 û li Enqereyê jî 1 jin hatiye qetilkirin.
 
8 jin ji aliyê mêrê bi wan re hatine zewicadnin ve hatin qetilkirin
 
8 jin ji aliyê mêrên bi wan re hatine zewicdandin, 3 jin ji aliyê mêrê xwe ji wan berdabûn, 1 jin ji ber ku xwest veqete, 1 ji aliyê mêrê nas dikir, 1 jin ji aliyê mêrê ku nasnedikir ve, 2 jin ji aliyê mêrên bi wan re dijiyan, 1 jin ji aliyê bavê xwe ve, 2 jin ji ber dest ji mêrên bi wan re zewicî berdan, 3 jin ji aliyê zarokên xwe ve, 1 jin ji aliyê birayê xwe, 1 jin jî ji aliyê mêrê nehat nasikirin ve hat qetilkirin.