Li peravên Tûnisê cenazeyê 19 penaberan hat dîtin

  • 15:06 24 Nîsan 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li peravên Tûnisê cenazeyê 19 penaberên ku keştiya wan noqî avê bû, hat dîtin. Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgariyê didomin.
 
Li gor daxuyaniya ku Rêveberiya Giştî ya Parastina Neteweyî ya Tûnisê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir; cenazeyê 19 penaverên ku keştiya wan noqî avê bûye li peravên Tûnisê hat dîtin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di xebatên lêgerîn û rizgariyê ya Parazvanên Behrê yê Sfaksê de cenazeyê 19 penaberan hat dîtin.” 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgariyê di 24 seatên dawî de bi awayekê zêde didome û hat destnîşankirin ku 5 kesên bi qaçaxî penaberan ji sînoran derbas dikin hatine girtin.