5’ê Gulana 1882'yan: Pêşenga tevgera Suffragetê Sylvia Pankhurt ji dayik bû

  • 09:02 5 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Sylvia Pankhurst, di 1882'yan de li bajarê Manchesterê ji dayik bû. Di sala 1960’î de dema ku 78 salî bû, li Etiyopyayê ya ku li wir ji bo serxwebûna wê têkoşiya û çar salên xwe yên dawî li vir derbas kiribû jiyana xwe ji dest da. Sylvia û xwişka wê Christabel cih di nava çalakvan û endamên Women's Social and Political Union (WSPU) (Yekîtiya Civakî û Siyasî ya Jinan) a ku ji aliyê dayika wan Emmeline Pankhurst ve hatibû avakirin digirtin. WSPU ji bo jin mafê bikaranîna deng bi dest bixe li tevahîya Îngilistanê têdikoşiya.
 
Di 21'ê Tîrmeha 1908’an de wan li Parqa Hyde ya Londrayê xwepêşandan bi beşdariya nêzîkî 500 hezar jin tevlî bûbûn li dar xistin. Piştî saleke din WSPU kampanyaya çalakiya rasterast da destpêkirin. Endamên Suffragetê yên ku hatin girtin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin her wiha bi îşkenceya xwarina bi zorê rû bi rû man. 
 
Di 1918’an de ji bo jinên ku ji 30 salî mezintir, xwedî xanî, bi kesên xwedî xanî re zêwicî û xwedî kar in mafê bi karanîna deng hat dayîn. Her wiha ji bo mêrên temenê wan bi ser 21’ê re ye mafê dengdayîna giştî hat dayin.
 
Sylvia Pankhurst di jiyana xwe de li dijî nijadperestiyê, mêtingeriyê û milîtarîzmê têkoşiya. Di sala 1933’yan de Li dijî Şer û Faşîzmê Komîteya Jinên Navneteweyî ava kir. Di 1936’an de dema li Îspanyayê şerê hundir derketibû piştgirî da Komarparêzan. Ji bo parastina Etîyopyayê ya ji aliyê Mussolînî ve hatibû dagirkirin rojnameyek weşand. Sylviayê di sala 1956’an da li Etîyopyayê jiyana xwe ji dest da û li Adndis Abadayê hat veşartin.
 
Di dîrokê de hin geşanên qewimî wiha ne:
 
1864: Rojnamevan û lêkolîner Elizabeth Jane Cochran a bi nasnava Nellie Bly dihatî nasîn li Pennsylvaniayê hat dinê.
 
1955: Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Tirk biryar hat girtin ku her sal yekşema duyemîn a meha gulanê wekî Roja Dayikan bê pîrozkirin.
 
2018: Pîrebokên Kampusê yên ji aliyên cuda yên Tirkiyeyê hatin bi dirûşma "Azadî di destên me de ye" 2'yemîn Konferansa xwe li Eywana Konferansa Sultan Abdal li dar xistin. 
 
2021: Nivîskara roman û lîstikê Emine Işinsu Oksuz jiyana xwe ji dest da.