Li Perûyê sûcên li hember zarokan: Qanûn qels in

  • 09:07 8 Gulan 2024
  • Cîhan
Derya Ceylan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Peruyê NY û saziyên din ên navneteweyî li dijî sûcên li hember zarokan, tundî, îstîsmara zayendî û her wekî din dem bi dem herçend ku bang bikin jî daneyên mijara gotinê ne nîşan didin ku qanûnên li welat tên derxistin qels in.
 
Peru yek ji welatên Başurê Amerîkayê ye. Bi dîroka xwe ya dewlemend, çand û xwezaya xwe balê dikşîne. Lê di serî de zarok û gelek aliyên civakê bi zor û zhemetiyên mezin re rû bi rûne. Sûc û binpêkirinên mafan ên li hember zarokan, yek ji pirsgirêka herî girîng a awelat e.  Di vê dosyaya xwe de em rewşa heyî ya der barê mafên zarokên li Peruyê digirin dest.
 
Li Perûyê sûcên li hember zarokan
 
Li Perûyê sûcên li hember zarokan bi berfirehî dikare bê lêkolînkirin. Tundî, îstîsmara zayendî, binpêkirin. Sûcên li hember zarokan ên li welat pisgirêkek giştî ava dike. Raporên hikûmeta Perûyê û saziyên navneteweyî  bandora giran a van sûcan a li ser zarokan derdixe holê. Çareseriya vê pirsgirêkê ne tenê sererastkirina qanûnî di heman demê de bi bernameyên perwerde û hişmendiya civakî pêkane.
 
Binpêkirina mafên zarokan
 
Binpêkirina mafan a zarokan çarçoveyek berfireh e. Ji mafê perwerdê bêparhiştin, di xwegîhandina xizmetên tenduristiyê de pirsgisrêk, pêkanînên xerab, binpêkirina mafên zarokan ji van hinekin. Di temenê biçûk de karkeriya zarokan û zewac, li bejahiyan zêdetir e. Ev binpêkirin bandorê tenê li ser jiyana zarokan nake. Di alî pêşketina aborî û civakî ya civakê de jî pirsgirêkan diafirîne.
 
Tedbîrên tên girtin û çareserî
 
Hikûmeta Perûyê, saziyên herêmî û navneteweyî ji bo têkoşîna li dijî binpêkirina mafên zarokan û sûcên li hember zarokan gavên girîng davêjin. Di nav van hewldanan de xwegîhandina xizmeta tenduristiyê, perwerde û kampanyaya hişmendîkirinê, reformên qanûnî jî hene. Ev tedbîr ji bo pêşîgirtina van sûcan gelek girîngin.
 
Guherînên di salek dawî de hatine kirin
 
Di sala dawî de li Perûyê der barê mafên zarokan de geşedanên girîng pêk hatin. Ev pêşketin bi kampanyayan pêk hatin. Bi taybet ji bo pêşîgirtina li tundiyê û xebata di temenê biçûk de gav tên avêtin.
 
Mafên zarokan û xwegîhandina van mafan
 
Li Perûyê di mafê zarokan de zor û zehmetî hebin jî pêşketin hêviyê dide. Ji bo xwegîhandina mafên esas yên wek perwerde, tenduristî, darizandina adîlane û standardên jiyanê gavên girîng tên avêtin. Lê hîna pirsgirêkên ku divê bên çareserkirin hene.
 
Xebat qels in
 
Li Perûyê der barê mafên zarokand de pêşketinên girîng hene. Lê hîna gelek pirsgirêkên ku divê li dijî wan têkoşîn bê dayîn û xebatên bên kirin jî hene. Li Perûyê divê der barê mafên zarokan, parastina zarokan û xizmetên tenduristiyê, perwerdehiyê de  xebat zêdetir bên meşandin.
 
Di salekê de çend zarok hatin îstîsmarkirin?
 
Di 2022’an de li  Perûyê der barê xebata di temenê zarokatiyê de 56 binpêkirin hatin tespîtkirin. Her wiha tê destnîşankirin ku der barê pêşîgirtina êrîşa zayendî ya zarokan de qanûna nû hatiye qebûlkirin.Ev qanûn û polîtîka di mijara pêşîgirtina li êrîşa zayendî de wek pêşketinekê bê dîtin jî tê dîtin ku hîn bêtir hewce bi hewldanê heye.
 
Xwegîhandina daneyan zehmet e
 
Ev agahî ji bo fêmkirina pêşketinên di qada zarokan û rewşa giştî ya der barê mafên zarokan û îstîsmarê de gelek girîngin. Lê di mijara têkoşîna li dijî îstîsmara zarokan de xwegîhandina daneyan pir zehmete û ev jî nîşan dide ku divê xebat zelal bin û xwegîhandina wan hêsan be.