Dîroka mîhrîcana Munzurê diyar bû

  • 18:41 5 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
AMED - Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan diyar kir ku wê Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê di navbera dîrokên 25-28’ê  Tîrmehê de pêk bê.
 
Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan der barê 22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsîmê  de li hesabê xwe yê X parvekirinek kir û got: “22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê wêdi 25-26-27-28’ê Tîrmehê de pêk bê. Naveroja bernameyê wê piştre bê parvekirin.”