Wê di 1'ê Gulanê de bi dirûşma‘Ji şer û xizaniyê re na’ li qadan bin

  • 09:04 26 Nîsan 2024
  • Ked/Aborî
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Li dijî krîza aborî û  binpêkirina kedê kedkar wê di 1’ê Gulanê de li qada Taksîmê bin. Seroka Şaxa MMO'yê ya Stenbolê Ezgî Kiliç û sekretera giştî ya KESK’ê Sevgî Yilmaz diyar kirin ku wê gel li dijî şer ji bo parastina mafên xwe li qadan bin.
 
Di encama polîtîkaya şer a desthilatdariyê de krîza aborî roj bi roj giran dibe. Desthilatdarî ji bilî xizaniyê tiştekî nade gel û ji bo pêşî li vê bê girtin divê li her qadê têkoşîn bê dayîn. Bi salane li her qadê dengê berxwedana karkeran bilind dibe û wê gel di 1’ê Gulanê de ji bo bidawîbûna van polîtîkayan li qadan bin.
 
Konfederasyona Sedîkayên Karkerên Şoreşger(DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemawerî (KESK), Yekitîya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), Yekiîtiya Hekîmên Diranan yên Tirk (TDB) bi daxuyaniya ku dan diyar kirin ku Qada Taksîmê mafê karkerane û gotin wê 1’ê Gulanê de li qadan bin. 
 
Seroka Şaxa Odeya Endezyarên Maşîneyê (MMO) ya Stenbolê Ezgî Kiliç û Sekretera Giştî ya KESK’ê Sevgî Yilmaz beriya 1’ê Gulanê bang li her kesî kirin ku dakevin qadan.
 
1’ê Gulanê bi xizaniyek giran tê pêşwazîkirin
 
Sekretera Giştî ya KESK’ê Sevgî Yilmaz da zanîn ku gel 1’ê Gulana 2024’an bi xizaniyek mezin pêşwazî dikin û wiha got: “Fatureya krîza aborî li karkeran tê birîn. Kedkar, jin, ciwan bedela vê didin. Îtîraza herî mezin ya 1’ê Gulanê wê ji xizaniyê re na be. Xizanî ne rewşek normale. Di salekê  xwendekarên li dibistanan ji birçîna ji ser hişê xwe çûn, xwendekarên ji ber nikaribûn pereyê serwîsan bidin dibistan terk kirin, nexweşên xizmet negirtin hatin axaftin. 1’ê Gulanê ji ser van bit eşe dibe. Li erdnîgariyên ku demokrasî tune ye, otorîte zêde bûye bedelên giran jin didin. Jin bedela otorîterbûnê didin. Li Tirkiyeyê rojê 3 cinayetên jinan dibin. Yek ji dirûşma esas a 1’ê Gulanê ‘li dijî tundiya jinan na’ ye. Em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku ILO 190 îmze bike.”
 
Wê bi dirûşmeya ‘ji şer re na’ li qadan bin
 
Sevgiyê di berdewamiyê de balkişand ser kaosa li cîhanê ya li ser kedkar, jin û ciwanan hatiye afirandin û wiha daxuyand: “1’ê Gulanê yek ji rojên têkoşînê ye.Butçe ji şer re tê ragîhandin. Em dixazin butçe ne ji şer re ji gel re xizmetê bike. Lê butçeya gel tê xespkirin. Em jin wê bi şîara ‘ji şer re na bijî wekheviya gelan’ li qadan bin.Em ê bi daxwazên xwe 1’ê Gulanê pîroz bikin.”
 
‘Banga me hevdîtina li Taksîmê ye’
 
Seroka Şaxa Odeya Endezyarên Maşîneyê (MMO) ya Stenbolê Ezgî Kiliç jî daxuyakirin ku ew di pêvajoyeke ku krîza aborî he diçe giran dibe de derbas dibin û gel roj bi roj xizantir dibe. Ezgiyê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Dewlemend hîn bêtir dewlemend dibin û xizan jî her diçin xizantir dibin. Em rojên wisa de derbas dibin.Em wek karker wê 1’ê Gulanê de li qadan bin. Pirsgirêkên karker û kedkaran bûne yek. Bi awayekî cidî têkoşîna jiyanê heye. Em rojên zor û zehmet dijîn. Em hemû kesî dipê Qada Taksîmê. Divê em dengê xwe bilind bikin û tevlibûn zêde be. Banga me hevdîtina li Taksîmê ye.”