'Li Bakur şanoya Kurd' hat nirxandin

  • 14:57 22 Nîsan 2024
  • Çand û Huner
 
 
AMED –Di gotûbêja ku di roja 5'emîn a Mîhrîcana Şanoyê li Amedê hat kirin de, "Li Bakur şanoya Kurd" hat nirxandin.
 
 9'emîn Mihricana Şanoyê ya Amedê, di roja 5'emîn de berdewam dike. Di çarçoveya mîhrîcana ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin, li ÇAND ma'yê gotûbêja "Şanoya Kurdî ya Bakur" pêk hat. Di gotûbêjê de şanoger Rûgeş Kirici û derhêner-dramator Recep Îçen weke axiver cih girtin. Gelek şanoger, lîstikvan û kes tev li gotûbêjê bûn. Ewilî şanoger Rûgeş Kirici axivî û behsa mezinbûna şanoya kurdî ya li bakurê Kurdîstanê kir. Rûgeşê, diyar kir ku bilindbûna şanoya kurdî  ya li Bakur, girêdayî tekoşîna azadiya kurdan e û piştî mezinbûna tekoşîna kurdan, şanoya kurdî jî xurt bûye.
 
Dû re derhêner-dramator Recep Îçen seruvena şanoya kurdî ya li Bakur vegot. Recep, bal kişand ser qedexe û zextên li ser şanoya Bakur û diyar kir ku şanoya Bakur bi avabûba Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) geştir bû.
 
Piştre beşdaran pirs pirsîn û axiveran jî bersivandin. Li ser navê kordînatoriya mîhrîcanê Îbrahîm Feqî plaket da axiveran.