Bendewariya jinan a ji komîsyonê: Ji bo me ewil girtiyên nexweş tên

  • 09:05 9 Tebax 2025
  • Rojane
WAN - Jinan der barê Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de nirxandin kirin û diyar kirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê komîsyon girîng e û gotin divê ewil girtiyên nexweş bên berdan.
 
Çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de li meclîsê  Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê hat avakirin û bala her kesî li biryarên ku ji komîsyonê dertê. Gel ji destpêka pêvajoyê de ji desthilatdariyê gavan dipê û avakirina komîsyonê jî wek gavek erênî tê nirxandin.
 
Jinan der barê komîsyonê de û bendewariyên xwe de nirxandin kirin.
 
‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Leyla Çelîk da zanîn ku avakirina komîsyonê gavek girîng e û got: “Di komîsyonê de cihgirtina partiyan girîng e. Di alî pêşketina pevajoyê de wê bi bandor be. Bendewariya me ji komîsyonê ev e ku girtiyên nexweş bên berdan, sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê ji bo girtiyên nexweş sererastkirin bi lez bimeşin. Divê pêvajo bi lez bimeşe û di essa mafê destura bingehîn de pêş bikeve.”
 
 
Esas girtina‘manîfstoya aştî û civaka demokratîk’ 
 
Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtê Medya Mermît jî daxuyakirin ku di alî Tirkiyeyê de jî der barê pêvajoyê de gavên mezin tên payîn û bi lêv kir ku ew ‘manîfestoya aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas digirin. Medya Mermît wiha vegot: “Divê pêvajo zelal bimeşe. Wek gel çavên me li biryarên komîsyonê ne. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Ev pêvajo divê neyê taloqkirin. Em bi hêvî li bendê gavên komîsyonê ne.”
 
 
 
‘Divê êdî desthilatdarî gavê bavêje’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Bêgiriyê Emîne Yalvaç jî  wiha vegot: “Pêvajo 27’ê Sibatê d bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Ji destpêka pêvajoyê de Kurd gavê davêjin. Lê divê desthilatdarî jî bavêje. Gava bê avêtin wê bandr li pêvajoyê bike. Em wek gel biryarên ji komîsyonê derkevin dipên.”
 
 
‘Wekhevî tunebe mirov nekarin behsa aştiyê bikin’
 
Endama sekreteraya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn jî destnîşan kir ku avakirin komîsyonê baweriya gel teze kiriye û ev nirxandin kir: “Hemû partî û sazî di pêvajoyê de cihgirin. Di komîsyonê de 10 endamên AKP’ê hene. J ime jî sê kes hene. Nûnerên DEM Partiyê yên komkîsyonê 6 mîlyon Kurdî temsîl dikin. Li ser navê gel diaxivin. Li gorî min sê kes hindikin. Dîsa jî erêniye ku hemû nûnerên partiyan ligel hev runiştine û diaxivin. Ev bi hêviye. Hêviya min eve ku wê xebatên ji bo aştî û wekheviyê bê meşandin.”