Pêvajoya bi hev re hebûn: Entegrasyon

  • 09:06 9 Tebax 2025
  • Rojane
 
Semîha Alankuş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Entegrasyona ku di roja îro de zêde tê nîqaşkirin, berovajî asîmîasyonê bi hev re heyîbûnê îfade dike.
 
Di vê pêvajoya ku nîqaşen çarseriya pirsgirêka Kurd hatiye rojevê de, yek ji mijarên di rojevê de entegrasyon e. Di roja me de têgeha entegrasyonê, di sazbûnên tevlihev û pir cure yên civakan de her diçe zêdetir girîng dibe û bûyeke têgeheke navbera dîsîplînê ye. Bi giştî entegrasyon, pêvajoya rewşa çalak a yekbûyî ya komên ji xwe serbixwe an jî xwedî taybetiyên cuda, pergal an jî şexsan, îfade dike. Hem di alî teknîk hem jî civakî-çandî de nirxandina vê pêvajoyê pêkan e.
 
Pênasekirina têgehî û koka etîmolojîk
 
Têgeha ‘entegrasyonê’ ji lêkera’întegrale’ ya Latînê çêbûye û tê wateya ‘yekbûnî, anîna gel hev, temamkirinê’. Di vî alî de entegrasyon parçeyan tîne gel hev û pêvajoya avakirina sazbûnek nû ye. Armanca wê ev e ku lihevkirin û yekitiya di navbera parçeyan de pêkan bike. Lê entegreasyon ne tenê yekbûna teknîkî an jî fîzîkiye, heman demê de, lihevkirin, avakirina têkiliyê û pêvajoya beramberê hev têkilî avakirinê ye.
 
Entengrasyona ku ji teknolojiyê heta perwerdehiyê di gelek qadan de çalake, di esasê de mijareke di alî civakî, siyasî û çandî de dikare bê nirxandin e. Rêberê Gelê Kurd bi têgeha ‘entegrasyona demokratîk’, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nêrîn û perspektîfek nû datîne holê. Ji ber vê jî bi salane li ser girîngiya demokratîkbûnê disekine û kûrtir dike.
 
Entegrasyona siyasî jî yek ji têgeha esas a zanista siyaseta modern e. Ev tê wateya yekitiya yekîneyên dewlet an jî siyasî yên di bin sazî û normên hevpar de. Ev pêvajo ne tenê yekbûna hiqûqî an jî îdarî, di heman demê de lihevkirina siyasî, çandî û aborî jî dihewîne. Di roja îro de ku hevkariya globalî, herêmî û navneteweyî zêde bûye de, entegrasyona siyasî hîn bêtir tevlihev, pir aktorî û pir astî bûye.
 
Entegrasyona siyasî; Ew pêvajoyeke ku tê de yekîneyên siyasî yên cuda (dewlet, parêzgeh, herêm) hinek ji serweriya xwe di berjewendiya avabûne siyasî ya hevpar de vediguhezînin.Ev ne yekbûneke fîzîkî an jî sazîbûnê ye, heman demê de pêşketina nasnameya siyasî ya hevpar û hesta aydiyetê armacn dike.
 
Mînakên hatine jiyîn hene?
 
Entegrasyona siyasî di seranserê dîrokê de bi teşeyên cuda dertê pêşberî me. Di pêvajoyê de ev pêvajo ji formên civakî heta netewe dewletan  diçe, yekbûnên siyasî û esasa navendîbûnê pêk tên. Fikra entegrasyona siyasî  hîn bêtir nîvê sedsala 20’an, piştî duyemîn şerê cîhanê li Ewropayê pêş ketiye. Şerên li cemsera Ewropşayê hatin jiyîn, dewlet ber bi hevkarî, aştiyeke mayîn de, avakirina entegreyan biriye.  Di vî esasî de  Yekitiya Ewropayê (YE) mînaka entegrasyona siyasî ye. Di pergala îroyîn de ev avabûn mînaka entegrasyona herî berfireh tê nirxandin. Civaka ku ewil bi armanca hevkariya aborî hat avakirin, bi demê re veguhezî yekitiya siyasî.  Parlamentoya Ewropayê, Komîsyona Ewropayê, saziyên Dîwana Edaletê ya Ewropayê, navbera welatên endamda mekanîzmayên biryargirtinê ya hevpar av akir. Endamên YE’yê  hewl didin polîtîka derve ya hevpar pêş bixînin, polîtîkayên ewlehiya hevpar pêk tînin û di gelek qadan de qanûn û standardên hevpar esas digirin.
 
Lê pêvajoya entegrasyona siyasî ya NY’ê bê pergal û bêpirsgirêk pêk nehatiye. Nalokiyên ku ji serdestiyê tawîz nadin, bertekên netewperst û pêvajoyên veqetînê yên wekê ‘Brexît’, pisgirêkên di pergalê de nîşan din.
 
Her çiqas entegrasyon feydeyên girîng yên  wek misogerkirina aştî û aramiya mayînde, nûnertiya derveyî ya bihêztir bi rêya polîtîkayên hevpar, yekîtiya aborî û berxwedana li hember krîzan û bilindkirina standardên demokratîk bike jî,heke bi têgihîştineke demokratîk neyê avakirin, ew xetera zehmetî û pirsgirêkan wekî fikarên serweriyê û hesasiyetên neteweyî, nakokiyên nasnameya siyasî, tevliheviya sazûmanî, pêvajoyên biryargirtinê yên hêdî û burokrasiyê dihewîne.
 
Pêvajoyek dem dirêj
 
Ji vê jî tê fêmkirin, entegrasyon pêvajoyek pir alî û demdirêj e. Ev pêvajo tenê ji avakirina sazbûnek di navbera dewletan pêk nayê; di heman demê de nirxên hevpar yên di navbera civakan de, avakirbûna hedefên siyasî jî ferz dike. Ji bo serkeftina wê jî saxlemiya derdorên hiqûqî, çalakbûna saziyan, tevlibûna welatiyan û esasgirtina armancên hevpar jî eleqeder dike. Îro li cîhanê entegrasyon hem di alî hevkariya herêmî hem jî di alî rêveberiya global de di nokteyek girîng de cih digire.
 
Nêzîkatiya dewletê ya li hember Kurdan asîmîlasyon bû
 
Di nîqaşên çareseriya pirgirêka Kurd de yek ji têgehên herî zêde hat rojevê entegrasyone. Naveroka vê têgehê pir caran nezelal û yek alî hat pênasekirin. Dema behsa entegrasyonê tê kirin, pirsên, çi tê gotin, ji bo Kurdan ev çi wateyê dihewîne, çawa û çi tê entegrekirin gelek girînge. Ji ber tecrubeyên berê nîşan didin ku di bin navê enterasyonê de ya pêk tê polîtîkayên asîmîlasyonê ne.
 
Ji avabûna komarê heta niha li Tirkiyeyê bi polîtîkayên ‘entegreyê’ yên tên pêkanîn, gelê Kurd ne bi nasnameya xwe, di nava ‘Tirkbûnê’ de hat helandin. Zimanê Kurd hat qedexekirin, îfadeyên çandî hatin çewisandin, hebûn û nasnameya gelê Kurd hat înkarkirin. Dema ku dewletê Kurd entegre kirin, ne bi nasnameya wan, nasnameyek din li wan ferz kir.
 
Entegrasyon guhertina bi darê zorê ye
 
Lê entegrasyon ne guhertina bi darê zorê ye, bi cudahiyên xwe riya jiyaneke bi hev re ye. Di vê nokteyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan bi perspektîfa ‘netewa demorkatîk’ alternatîfek girîng pêşkêş dike. Bervajî feraseta netewe-dewletê, pir çandî, pir nasnameyî, pirbaweriyê esas digire.
 
Di vê modelê de, ev nayê wateya ku Kurd dest ji nasname, ziman an jî dîroka xwe  berdidin. Berovajî vê, xweserbûna xwe diparêze di pergalê de cih digire. Yanî di vir de entegrasyon nayê wateya ku hemû kes bibin wekhev. Tê wateya jiyaneke azad û wekhev. Di perspektîfa netewa demokratîk de ne aydiyek navendî ya dewletê, hevkariyek navendî ya civakî esas digire. Rêberê Gelê Kurd jî vê wek entegrasyona demokratîk pênase dike.
 
Bi vî awayî pênasekirina entegrasyonê, ji çareseriya pirsgirêka Kurd re jî deriyekî nû vedike. Lê ev ne di sînorên ku dewletê danîne de, bi îrade û rêxistibûna xweser a civakê pêkane.Ji ber vê jî entegrasyona demokratîk, ji bo civakên di nava netewên demokratîk de cih digirin ne tehdîd, derfeteke.
 
Navê hebûna bi hev re
 
Di encamê de, entegrasyona demokratîk; ne çewisandin, guhertin an jî bi rêvebirine, navê hebûna bi hev re ye. Navê parastina nasnameyê ye, zemîna avakirina azadiya civakiye. Çareseriya rastîn, bi peyamneke civakî ya ku di esasa piranî û dildariyê tê avakirin, pêkane. Entegrasyon ne tenê qebûlkirin çand an jî lihevkirina bi pergalê re ye; deman demê de ‘lihevkirina demokratîk’ yanî bi awayekî wekhev parastina nasnameyan a aliyane. Ev jî bi demokratîkbûna komarê dikare pêş bikeve. Yanî pêvajoya entegrasyonê de nasnameya çandî, komên etnîk nikare bê tunekirin.