
Tahliyeya Sermîn Demîrdag cara 7’emîn hat astengkirin
- 20:09 21 Cotmeh 2025
- Rojane
ENQERE - Lijneya Îdarî û Çavdêriyê 7 carin berdana Sermîn Demîrdag a ku 32 sal in girtî ye, asteng dike. DEM Partî diyar kir ku ev biryar keyfî ye û serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da.
Sermîn Demîrdag a ku ji sala 1993’yan vir ve girtî ye, di 7’ê Adara 2023’yan de cezayê xwe qedand û divê bihata berdan. Lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê di 23’yê Sibatê de berdana Demîrbag ji bo sê mehan taloq kir. Piştî vê biryarê, lijne di 25’ê Gulanê, 17’ê Tebaxê, 8’ê Sibata 2024’an, 1’ê Tebaxê û 23’yê Çileya 2025’an de civiya û berdana Demîrbag 6 caran taloq kir.
Lijne herî dawî di 16’ê Cotmehê de ji bo berdana Sermîn Demîrbag dîsa civiya. Endamên lijneyê di civînê ji Sermîn Demîrbag pirsa; ji ber çalakiyên xwe yên siyasî "poşman" bûye yan na, kir. Demîrbag êşkenceya ku berê lê hatibû bi bîr xist û diyar kir ku ew bi zexta psîkolojîk re rû bi rû maye.
Tevî ku cezayê dîsîplînî tineye jî, lijneyê bi gotina "beşdarî çalakiyên ku sûcên dîsîplînê pêk tînin bûye” berdana Sermîn Demîrbag salekê taloq kir. Bi vê biryarê re berdana Sermîn Demîrbag 7 carin tê astengkirin.
‘Hiqûqa dijminahiyê pêk tîne’
Parlamenterên DEM Partiyê anîn ziman ku biryar keyfî ye û serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dan. Di serlêdanê de diyar kirin ku ne tenê biryar, di heman demê de divê xebatên lijneya girtîgehan jî bên lêkolînkirin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan ên sîstematîk pêk tên û got: “Girtîgeh birîna Tirkiyeyê ne. Rêveberiyên girtîgehan mîna ku sond xwarine ku girtiyên siyasî yên cezayên wan qediyane, bernedin. Ev bi awayekî eşkere hişmendiya hiqûqa dijminatiyê nîşan dide.”
'Divê wezareta dadê daxuyaniyê bide’
Gulîstan Kiliç Koçyîgît ev bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kir: “Gelo kî azadiya Sermîn Demîrdag û girtiyên siyasî yên mîna wê asteng dike? Dozger, lijne, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan an wezaret bi xwe? Em li ser navê gelên Tirkiyeyê bersiva vê pirsê dixwazin. Ger li aliyekî qala 'aştiyê' bikin û li aliyê din jî bi salan girtiyan di hundir de bigirin, em ê li hemberî vê bêdeng nemînin."