
Çalakiya ji bo Rojînê di roja 9’emîn de ye
- 21:41 21 Cotmeh 2025
- Rojane
WAN - Çalakiya ku xwendekarên YYU ji bo Rojîn Kabaîş dabûn destpêkirin di roja 9’emîn de didome.Xwendekaran pankarta li ser nivîsa ‘Fakulteya Perwerdehiyê ya Rojîn Kabaîş’ nivîsandibû li avahiya fakulteya ku Rojîn Kabaîş dixwend daliqandin.
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) a Wanê îro ji bo ronîkirina mirina gumanbar a Rojin Kabaiş çalakiya xwe berdewam kirin. Xwendekaran pankarta li ser nivîsa ‘Fakulteya Perwerdehiyê ya Rojîn Kabaîş’ nivîsandibû li avahiya fakulteya ku Rojîn Kabaîş dixwend daliqandin.
Her wiha xwendekaran diyarkirin ku heta ku daxwazên wan neyên cih wê çalakiya xwe bidomînin.