Tulay Hatîmogullari: Divê çavên berbiçav bên avêtin

  • 16:33 31 Cotmeh 2025
  • Rojane
WAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevberdevka HDK û edama Komîsyona Demokrasî, Xwişk- Biratî û Hevgirtina Millî Meral Daniş Beştaş bi nûnerên saziyên sivîl ên Wanê re hatin cem hev û derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de agahî dan.Tulay Hatîmogullari da zanîn ku dem dema ku divê gav bên avêtinê ye.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û edama Komîsyona Demokrasî, Xwişk- Biratî û Hevgirtina Millî Meral Daniş Beştaş li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bi nûnerên saziyên sivîl re hatin cem hev. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl, komên olî û komeleyên jinan beşdarî civînê bûn.
 
‘Bi banga 27’ê Sibatê welat ket qonaxeke cûda’
 
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku her kesê li Tirkiyeyê dijî xwe wekî biyanî hîs dike û got: “Bangkirina aştî û civaka demokratîk di heman demê de tê vê wateyê ku hemî cudahîyên ku li vî welatî dijîn, tevî 86 mîlyon welatî, dikarin bi zimanê xwe yê dayikê bi azadî biaxivin, bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin û li gorî baweriyên xwe, li ser bingeha mafên welatîbûnê yên wekhev, bi azadî îbadet bikin. Ev hemû prensîbên me yên bingehîn ên neçar in. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan a 27’ê Sibatê re, welat ket qonaxek cûda. Wî banga hilweşandina PKKê kiribû. Rêxistina wî daxwaza Birêz Ocalan pêk anî. Qonaxek din a girîng di vê pêvajoyê de PKK bû ku 50 sal in vê pêvajoyê dimeşand, biryar da ku xwe hilweşîne. Piştre, merasîma şewitandina çekan a 11’ê Tîrmehê, garantiyek sereke ya pêvajoya aştiyê ya dîrokî, pêk hat. Bi şewitandina çekan li ber çavên tevahiya cîhanê, gavek ji bo avakirina aştiyeke ku careke din venagere, hate avêtin.”
 
‘Gaveke berbiçav a dewletê nîne’
 
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser biryara Tevgera Azadiya Kurd a vekişîna ji Tirkiyeyê jî û da zanîn ku ev hemû gavên pir girîng in û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Di van gavan de pêşketin çêbû. Ji ber vê yekê, heke em bipirsin ka hikûmet û dewletê çi gav avêtine, em hemû jixwe temaşe dikin. Gaveke berbiçav a ku ji hêla hikûmet û dewletê ve hatiye avêtin, avakirina komîsyonekê bû. Avakirina komîsyonê bi rastî girîng û hêja ye. Komîsyonê heta niha guhdarîkirinên pir girîng kirine. Lê , gavên berbiçavtir hene ku divê werin avêtin. Di wê mijarê de hîn jî tu pêşketin çênebûye. Bi ragihandina rêxistinê ya vekişîna xwe ya ji Tirkiyeyê, em bawer dikin ku em niha ketine qonaxek duyemîn û pir girîng.”
 
‘Medyaya serdest hêj jî mijarê weke terorê dibîne’ 
 
Piştre Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku cara yekeme li Tirkiyeyê ji bo aştiyê komîsyonek hatiye avakirin û ev tişt got: “Me di komîsyonê de pirs pirsî û rexneyên xwe pêşkêş kirin. Tevî van hemûyan jî, medyaya serdest hîn jî vê mijarê wekî mijareke terorê dibîne. Kurd bi damezrandina komarê re hatin bişaftin û ev berdewam dike. Di bersiva vê retorîka terorîst de, perspektîfeke pir girîng derket holê. Piranî diyar kir ku ev ne mijareke terorîst e. Di derbarê pirsgirêka Kurd de tiştek nehatiye gotin. Biryar hatiye dayîn ku pêvajoya guhdarîkirinê êdî temam bibe. DEM Partî di komîsyonê de bi tevahî zelaliyê parast. Me ji çapemeniyê xwest ku wê civînê bişopînin. Bêyî demokrasiyê aştî nikare bidome. Ger çarçoveyeke qanûnî û yasayî tune be, sibê rewşek cuda dê derkeve holê. Hefteya bê, Wezîrê Parastina Neteweyî û Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MIT) dê werin guhdarîkirin. Divê em teqez guh bidin Birêz Ocalan. Dîtineke me heye ku em di demek nêzîk de biçin Îmraliyê. Ez hêvî dikim ku ev yek pêk bê û welat vegere ser rêya aştiyê.
 
Piştî axaftinan rûniştina yekemîn bi dawî bû û navber hat dayîn. Rûniştina duyemîn a hevdîtinê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.