CPJ: Li Faşirê destdirêjî li 3 rojnamevanan hate kirin
- 13:47 1 Mijdar 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) ragihand ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn li bajarê Faşir ê Sûdanê destdirêjî li rojnamevanên jin kiriye û 13 rojnamevan jî winda ne.
Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) raporek weşand. Di raporê de hate gotin çekdarên Hêzên Piştevaniya Lezgîn li bajarê Faşirê yê li bakurê Darforê ya li rojavayê Sûdanê, destdirêjiya zayendî li 3 rojnamevanên jin kiriye. CPJ’ê diyar kir ku li heman bajarî 13 rojnamevan jî winda ne.
Di raporê de hate diyarkirin ku ji dema Hêzên Piştevaniya Lezgîn bajarê Faşir kontrol kiriye, bajar veguheriya qada binpêkirinên mezin li dijî sivîlan.
Li gorî CPJ’ê, li bajar, îşkencekirina fîzîkî, destdirêjiya zayendî li dijî rojnamevanên jin, revandin û desteserkirina navendên çapemeniyê pêk tên. Di raporê de hate destnîşankirin ku hin binpêkirin ji aliyê faîlên wan bi xwe ve di medyaya dîjîtal de hatine parvekirin.
CPJ’ê di raporê de banga parastina rojnamevanan û serbestberdana revandiyan kir.
Hêzên Piştevaniya Lezgîn di 27’ê Cotmehê de bajarê Faşir kontrol kir. Bi kontrokirinê re binpêkirinên li dijî sivîlan, kuştinên komî, pirsgirêkên mirovî ku bûne sedema koçberiya bi komî, zêde bûne.
Sekreteriya Giştî ya Konseya Neteweyî ya Parastina Zarokan binpêkirinên Hêzên Piştevaniiya Lezgîn ên li Faşirê şermezar kirin û destnîşan kir ku ji ber binpêkirinan nêzîkî 2 hezar zarok, 3 hezar jin û hezar û 500 kal û pîr hatine kuştin. Her wih aşkera kir ku 3 hezar zarok winda ne.v







